BI DÎMEN

Gelê xwecihî yê Meksîkayê şehîdên Parîsê bi bîr anîn

Jinên xwecihî yê Meksîkayê, yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Jinên xwecihî yên Meksîkayê, yek ji endamên damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi merasîmekê bi bîr anîn. Di bîranînê de wêneyê şehîdan hatin danîn û find hatin vêxistin.

Di bîranînê de yek ji pêşengên Tevgera Zapatîsta fermandar Ramona ku di 6'ê Çileya 2006'an de jiyana xwe ji dest da jî hat bîranîn.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Sakîne Cansiz hatibû amadekirin hate pêşandan. Piştî sînevziyonê jinên şoreşger axaftin kirin.

Di dawiyê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.