Li Silêmanî û Şengalê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin şehîtkirin, li Silêmanî û Şengalê bi çalakiyan hatin bîranîn.

SILÊMANÎ

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin şehîdkirin, li Silêmaniyê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîma ku gelek kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê RJAK’ê Şeyma Nebil axivî û got, “Şehîd Sakîne û rêhevalên wê kêliyekê jî ji şer bêzar nebûne. Berxwedana şehîd Sakîne û rêhevalên wê yên di zindanan de mînaka herî şênber a têkoşîna azadiyê ye. Niha jî girtî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Berxwedan bênavber didome.”

Piştre Sara Reza peyama Tevgera Azadî xwend û got ku dewleta Tirk a faşîst ku xwe dispêre înkarkirina nasnameya jin û gelan, hêza xwe ji îdeolojiyên nîjadperestî û neteweperestiyê digire. Sara Reza ev tişt anî ziman: “Rastiya dewleta Tirk ev e. Ji ber vê sedemê dewleta Tirk  şikandina berxwedana gelê Kurd pêşengên têkoşîna me hedef digire.”

Piştî peyam hatin xwendin, xelatên Sakîne Cansiz ji bo Dayê Estê ku di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Qendîlê de şehîd bibû û mamoste Cîhan ê ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, hatin dayîn.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî hate pêşandan. Piştre helbesta ku mamoste Cîhan beriya mirina xwe nivîsîbû hate xwendin.

Di dawiyê de pirtûka "Jiyana min her tim şer bû" ku tê de Sakîne Cansiz jiyan û têkoşîna xwe vedibêje, li kesên beşdarî merasîmê bûn hatin belavkirin.
ŞENGAL
Îro li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ bi beşdariya hemû pêkhate û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê meşek girseyî hate organîzekirin û Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) bi tevlîbûna jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê û hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê saet di 14.00’an de bi meşeke girseyî Komkujiya Parîsê şermezar kirin. Girseya gel li pêşiya Meclîsa Gel a Şengalê li hev civiyan û bi posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar heta Heyermokê meşiyan.

Berdevka TAJÊ Riham Hiço ku li vir li ser navê girseyê axaftinek kir û wiha got: “Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujî bi hevkariya dewleta Tirk û Fransayê pêk hatin. Li welatê ku hêzên ewlekariyê li her derê bicih bûne, 3 jinên Kurd ên şoreşger ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Em dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Van jinên şoreşger ji bo gel canê xwe feda kirin û ji bo gel têdikoşin. Di vê sedsalê de qirkirina wan bêexlaqiyeke mezin e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hiço  ev tişt anî ziman: “Gelê Êzidî jî mîna Elewiyan rastî gelek komkujiyan hat. Êşên me yek in. Êrîşên li ser me û wan jî berhemên heman zihniyetê ne. Yên Sakîne qetil kirin û yên êrîşî Şengalê kirin yek in. Hemû jinên Şengalê bi xwedîderketina li mîrateya şehîd Sara, şehîd Rojbîn û şehîd Ronahî xwe bi rêxistin kirin.”

Di dawiyê de Riham Hiço destnîşan kir ku ew ê li hemberî êrîşan paşve gav neavêjin û got ku ew ê rêya Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Rojbîn û Ronahî bişopînin.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.