Civata Jinê ya Zenûbya şehîdên Parîsê bi bîr anî

Civata Jinê ya Zenûbya şehîdên Parîsê bi bîr anî û got, "Berxwedana jinan a li dijî dewleta Tirk a dagirker wê mezin bibe."

Civata Jinê ya Zenûbya, têkildarî komkujiyên ku dewleta Tirk li Parîsê kir, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz hate kirin û hate gotin, "Şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz li hemberî dagirkeran û celadên wan, bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîroka mirovahiyê xist. Şehîd Sakîne Cansiz nîşan da ku hêza rasteqîn jin a azad e. Ev yek wê dagirkeran têk bibe û dawî li hebûna wan bîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji bo çavê jinên têkoşer bitirsîne sê jin ên pêşeng qetil kir û hate gotin, "Lê belê vê peyamê biryardariya ji bo têkoşînê hîn mezin kir. bi hezaran jin rêwîtiya şehîd Sakîne û hevalên wê ya li dijî polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk dewam dikin."

Civata Jinê ya Zenûbya destnîşan kir ku jin wê bi hev re di nava yekîtiyê de li dijî planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û ji bo ronîkirina herdu komkujiyên Parîsê bang li hikumeta Fransayê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê ti carî ji bîr nekin, efû nekin. Heta ku kujerên komkujiyê hesabê bidin em ê bi şev û roj bi hemû enerjiya xwe bixebitin."