Şehîdên Parîs û Silopiyayê hatin bîranîn

Ji bo bîranîna şehîdên Parîs û Silopiyayê, li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Mêrdînê merasîm hate lidarxistin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û Emîne Kara (Evîn Goyî) ya di 23'yê kanûna 2022'yan de li Parîsê hatin qetilkirin di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya DEM Partiyê ya Silopyayê hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Bûrcûgul Çûbûk, Newroz Ûysal Aslan, M. Zekî Îrmez, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, Meclisa Jinan a DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Dayika Pakizeyê, Behiye Nayir axivî. Nayir, diyar kir ku ew ê li pey tekoşina zarokên xwe bimeşin û got: "Kujerên Pakizeyê û rêhevalên wê diyar in. Em pey doza zarokên xwe ne."

Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî. Çûbûk, jî got ku têkoşîna jinan hêzên metînger ditirsîne û ev tişt got: "Têkoşîna jinan bingeha dewletê dihejîne. Komara Tirkiyeyê li ser mêranî, mîlîtarîzm, şer, kolonyalîzm û kapîtalîzmê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin. Em dixwazin hûn bizanibin ku em vê têkoşîna we li Tirkiyeyê jî hembêz dikin. Em soz didin ku em ê her tim li kêleka hev bisekinin, em soz didin ku em ê mil bi mil li dijî kolonyalîzmê têbikoşin.”

Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Dogan anî ziman ku jinên pêşeng her tim di hedefa dewletên desthilatdar de ne û wiha axivî: "Ev têkoşîn bi dayîna bedelên giran didome. Dîroka Kurdistanê ya sedsalî dîrokeke bi êş e. Di têkoşîna azadiyê de me gelek bedelên giran dan. Tişta ku bi me didin ferzkirin em qebûl nakin. Li Parîsê, li Botanê, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava jinên kurd tên hedefgirtin. Jinên pêşeng ên ku di pêşerojê de roleke girîng bilizîn hedef tên girtin. Kujerên Jina Eminî kîjan bin, heman pergal û hişmendî kujerên Pakîze, Sêvê û Fatmayê ne jî."

Dogan, bi domdarî got ku tekoşîna gelê kurd a rewa dê encam bigire û wiha berdewam kir: "Em ziman, nasname û hebûna xwe dixwazin. Ev hevalên me jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Mafê tu kesekî nîne ku ji têkoşîna me ya rewa bide sekinandin. Doza ziman, nasname daxwazeke gerdûniye. Ev mafê me yê xwezayî ye. Qetilkirina jinên kurd ne rasthatineke. Em ê tebikoşin û heta dawiyê li ber xwe bidin."

Salîha Aydenîz a dû re axivî, diyar kir ku bi zanebûn jinên tekoşer ên kurd tên hedef girtin û got: "Êşên me û têkoşîna me ye ku me li ser piyan digire. Ev 8 sal bi ser qetilkirina sê rêhevalên me re derbas bû. Em hemû dizanin ku li Silopiya, Gever û Nisêbînê komkujiyeke çawa kirin. Lêbelê me  jinan gav paşve ne avêt û em li qadan bûn û em li qadan in. Bi qetilkirina Sêvê û rêhêvalên wê xwestin ku me jinan bêdeng bikin. Lê em bêdeng neman.Têkoşîna ku wan deya destpêkirin em didomin. Desthilata heyi zilma xwe hemûyê li ser jinan dide meşandin. Her derekî, her keliyeke cîhanê jinen tekoşer hedef digire û qetil dikin. Bi qirkirinan dixwazin ku gav me bidin avêtin, le em rehevalên Sêvê û Sakineyan e. Em ê wan ji bîr nekin û mîrateya têkoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin."

Aydenîz, bi lêv kir ku pirgirika kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bê çareserkirin û wiha domand: Dixwazin ku bi politikayên qirkirinê me tune bikin. Bi gelê kurd re şerkirin dawi bûna wan e. Bi kurdan re şer peşeroje ronî nake û her ku diçe reş dike. Ji ber wê divê pirsgirika kurd bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirîka kurd jî navnîşan diyare, navnîşan İmraliye. Ji bo çareseriya piragirika kurd di girtigehan de grevén birçibûnê hatine destpekirin. Ji ber wê divê ku em jî bibin dengê wan û daxwaza wan bilind bikin. Divê ku her kolanekî de van grevên birçîbûnê bînin ziman da ku ev çalakî encam bigire.”

Pişt re gorên jinên hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin. Bavê Sêvê Demîr, Azîz Demîr ê li ser gorê axivî, wiha got: "Ez li ber têkoşîn û bîranîna Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Lê berî her tiştî divê em bibin yek. Ger em bibin yek wê demê em dikarin têkoşîna wan zindî bihêlin. Ji ber vê em dibêjin şehîd namirin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" , "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MÊRDÎN

TJA'yê ji bo 7 jinên hatin qetilkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER'ê, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş û gelek jin beşdar bûn.

Bîranîn bi sînevîzyona ku li ser têkoşîna jinan destpê kir. Hevseroka Şaxa MEBYA-DER'a Mêrdînê Gûrbet Tekîn a di bîranînê de axivî, diyar kir ku têkoşîna jinên hatin qetilkirin aştî, azadî û wekhevî ye. Tekîn, da zanîn ku jinên hatine qetilkirin rêwiyên heqîqetê ne û wiha got: "Firsenda min çêbû ku min bi heval Sêvê û Fatma re hevaltî kir. Sêvê neçar mabû ku ji zilma dewletê koç bike. Hate girtin. Di çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2012'an de cih girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, ji cihê mayî xebatên xwe domandin. Her gaveke wê ji bo azadiyê jinê û civakê bû."

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş a pişt re axivî jî bal kişand ku Komkujiya Parîsê ne komkujiyeke ji rêzê ye û wiha got: "Kesên 100 sal in dixwazin vê pirsgirêkê çareser nekin dîsa heman tişt kirin. Û xwestin hevdîtinên aştiyê rawestînin. Çawa ku di 9'ê Cotmehê de li dijî birêz Ocalan komployeke navnetewî hate kirin, di 9'ê çileyê jî bi komkujiyeke navnetewî li dijî jinên kurd û siyasetmedarên kurd komployek hate kirin."

Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû.