BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê: Sara şewqa me ye

Gerîlayên YJA Starê: Em ê hesabê komkujiya Parîsê ji dijmin bipirsin. Em ji her demê zêdetir mezin bûne. Wê tevgera me ya jin mezintir bibe, em ê li hemberî paşverûtiyê bi hêrseke mezin tevbigerin.

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîs’ê sê jinên têkoşer, sê jinên azad û pêşengên gelê Kurd hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), pêşenga tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan a ku ji bo gelê Kurd li her dera cîhanê bide nasandin berê xwe dabû Ewropayê, hatin hedefgirtin. Bi wesîleya vê rojê gerîlayên azadiya Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn.
 

Yek ji gerîlaya YJA-Star’ê Delîla Botan di şexsê şehîd Sara de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Komkujiya ku li Parîsê pêk hat bi zanêbûn û bi plankirî bû. Dixwestin di encama vê komkujiyê de berxwedaniya heval Sara ya li hemberî xwe bişikînin. Ji ber ku berxwedaniya heval Sara ne berxwedaniyekê ji rêzê bû, li pêşiya dijmin astenhiyeke pir mezin bû. Dijmin wisa fikîri ku çi qasî pêşengên me, pêşengên jin hedef bigre, wê ew qasî bigîhêje armanca xwe. Lê belê wan fêm nekiriye ku em çi qasî berdêlan bidin bila bidin em ê tola şehîdên xwe mezintir rakin. Ev jî bû sedem ku em weke tevgera jin li dijî her cure êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin. Em hemû jî dibînin ku hevalên me li hemberî her curê êrîşan çalakiyan lidar dixin, di giştî cîhanê de jî mirov dibîne ku jinan berxwedaniya xwe çi qasî mezin kirine. Em jî wek şopdarên heval Sara, wek jineke PKK’y û wek hevrêyên wan hevalan, em ê tola wan hevalên xwe ji dijmin bistînin û em ê vê bi şerê xwe bidin nîşandan. Ji bo vê jî berxwedaniya heval Sara ya bi salan di nava PKK de daye meşandin wek xetekê, wek manifestoyekê bigrin dest û em ê di nava jiyana xwe de vê bidin diyarkirin. Wek şervanên YJA-Starê em ê tola heval Sara, heval Leyla û heval Fîdan hilînin. Em ê xwe di xeta her sê hevalan de xurttir bikin û bigîhêjin encamên mezintir. Bila dijmin vê baş bizanibe her çi qasî pêşengên me, tevgera me hedef bigrin jî ev di dilê me de kîn û nefretek pir mezin dide avakirin. Ev ji dihêle ku em roj bi roj tevlêbûna xwe xurttir bikin. Bi wesîleya salvegera komkujiyê em heval Sara, Leyla û Fîdan bi bîr tînin û em ê bi şerê xwe tola hevalan hilînin.”
 

Gerîla Medya koçer ji bi wesîleya vê rojê nêrîn û ramanên xwe wiha anîn ziman: “Di serî de di salvegera şehadeta heval Sara, heval Leyla û heval Fîdan de, em wan bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Di şexsê her sê hevalan de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn jî bi bîr tînin. Armanca dagirkeran ew e ku di şexsê pêşengên jin de tevgera me ya jin, tevahî jinên cîhanê tune bikin û vîna me lewaz bikin. Ev armancên dijmin ti carî naçe serî. Şehadeta wan ji bo me dibe manewiyeteke ku em bikaribin bi tevlîbûn û sekna xwe van êrîşên dijmin vala derbixin. Heval Sara ji bo me şewqek e. Şewqek wisa ye ku pêşiya me hemû jinan ronî kir û em îro di şopa şewqa xwe de dimeşin. Şewqa heval Sara wê ji bo me bibe wesîle ku em bikaribin ber bi azadiyê ve biçin. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî dixwestin ku di şexsê heval Sara de vîna jinê tune bikin. Em jî weke jin û wek şopdarên heval Sara tiştê ku dijmin difikire ku bike, ji bo ku bi ser nekeve têkoşîn dikin û têkoşîna xwe roj bi roj mezintir dikin. Li Rojavayê Kurdistanê pêşengên jin têne hedefgirtin. Her ku jineke pêşeng tê hedefgirtin û şehîd dibe, di şexsê wan de bi hezaran jin ji nav me derdikevin û di xeta heval Sara de dimeşin, pêşengtiyê dikin û bi armanca wan xwe digihînin lûtkeyê.

Heval Sara bi ruh û fikrê xwe di nava me de ye û jiyan dike. Ji ber ku armanca heval Sara ya ku daye pêşiya xwe, tiştê ku ji bo jinê xwestiye bike, em ê wek şopdarê heval Sara pêk bînin. Ji bo ku em bikaribin xwe di xeta heval Sara de kûr bikin wê têkoşîna me bidome. Pêşengên me pir bi hêz bûn, çi qasî pêşengên me şehîd jî bixin xeta ku ji bo me hatiye diyarkirin em ê li ser vê xetê bimeşin. Em weke jin di wê îdîayê de ne ku mîrateya heval Sara, heval Leyla û heval Fîdan daye pêşiya me em ê heya dawiyê pêk bînin. Projeyên heval Sara hemû ji bo jinên bindest bû. Em jî şervanên heval Sara ne û em ê xeyalên heval Sara pêk bînin. Xeta heval Sara xeta me ye, em ê bi pêk anîna erkên xwe yên demê tola hevalên xwe ji dijmin bistînin. Heval Sara di her kêliyê jiyanê de bi me re jiyan dike. Em îro bi ruhê heval Sara şer dikin, tevdigerin û xebatên xwe didin meşandin. Em ê hesaba komkujiya Parîsê ji dijmin bipirsin. Em ji her demê zêdetir bi hêztirin, em ji her demê zêdetir mezin bûne. Wê tevgera me ya jin mezintir bibe, em ê li hemberî paşverûtiyê bi hêrseke mezin tevbigerin. Em ê ji her demê zêdetir bi ruhê heval Ronahî şer bikin û em ê vî şerê xwe bigîhinin lûtkeyê. Bingeha me xurt e. Esasê ku hatiye danîn bi hêza Rêbertî, bi şer û têkoşîna ku heval Sara li hemberê dijmin daye meşandin ve em li ser piyan e û em bi vî ruhî bi hêz dibin, xurt dibin. Îdîaya me xort e. Em ê mezintir bibin, xurtir bibin. Em ê bi vê îdiaya xwe dijmin vala derbixin. Dijmin ti carî nikare bi hedef girtina pêşengên me, me tune bike. Hemû fermandarên me yên jin, hemû şervanên jin berendamên pêşeng in. Heval Sara fikrê xwe, ruhê xwe, rêbaza jiyana xwe ji bo me hemûyan kir mîrasek. Em jî bi vê ruhê niha li ser piyan e û ruhê wan me bilindtir dike. Em ê bi ruhê heval Sara, heval Leyla û Fîdan serkeftinê mîsoger bikin.”