Li Swîsreyê qanûna 'Na, na ye’ wê di 1'ê Tîrmehê de têkeve meriyetê

Li Swîsreyê qanûna cezayê sûcên zayendî ya nû bi pênaseya nû ya tecawizê (Na, na ye) re wê di 1'ê Tîrmehê de têkeve meriyetê.

Di daxuyaniya çapemeniya ya hikûmetê de hat diyarkirin ku di dîroka diyarkirî de ji bo hemû kanton perwerdehî û amadekariyên xwe temam bikin wê dem bê dayîn.

Parlamento ev sererastkirina ku demek dirêj e li bendê bûn û rê li ber nîqaşan vekiribû sala borî pejirandibû. Esasê reformê berfirehkirina sûcên tecawiz û zordariya zayendî ye.

Heta niha tecawiz bi awayekî sînordar dihate pênasekirin. Tenê bêyî riza jinê ji hêla mêr ve penetrasyona vajînayê weke tecawizê dihat dîtin. Û mexdûr diviyabû hinek li ber xwe bida.

Bi zagona nû êdî ev şert ji holê radibe. Ji niha û pê ve oral, vajîna û anal bêyî rizaya mêr an jî jinê her cure penetrasyon wê weke tecawizê bê qebûlkirin. Bi vî awayî wê tecawiz êdî tenê bi çalakiya zayendî re sînordar nebe, her cure çalakiyên ketina bedenê digire nav xwe.

Ev biryar ji aliyê rêxistinên çep û jinan ve her çendî dahurandina hişk a rizayê tercîh dikin jî, weke pêwîstî û dîrokî hat binavkirin.

Qanûna cezayê ya nû, sûcê di dema têkiliya zayendî ya li ser rizayê çêdibe bêyî agahiya partnerê bi awayekî dizî derxistina prezervatîfê yan jî bikarneanîn a ku tê wateya “veşartinê” ceza bike.

Di qanûna nû de sûcê "pornoya tolhildanê" an jî pornodivulgatîon, yanî eşkerekirina naveroka zayendî ya ku ji raya giştî girtî ye dihewîne nav xwe.

Ji aliyê din ve bi rizaya wan wêne an jî kişandina fîlmên ku têde hene, ji parvekirinê re vekin, li cem xwe bihêlin an jî bifroşin, yên di temenê zaroktiyê de ne wê neyên cezakirin. Ev hukum bi taybetî ji bo selfiyên pornografîk ên ku di nava ciwanan de her ku diçe berbelav dibin, hate derxistin.