Komkujiya Parîsê li Zurîh û Bernê hate protestokirin

Jinên Kurd Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ên ku 11 sal berê li Parîsê hate şehîdkirin, li bajarên Zurîh û Bernê yên Swîsreyê hatin bibîranîn.

ZURÎH

Li Zurîh ê Swîsreyê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê li pêş Balyozxaneya Fransayê xwepêşandan hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Sakîne Cansız, Fidan Doğan, Leyla Şaylemez, Emine Kara, Abdurahman Kızıl û Mîr Perwer hatin hilgirtin û banga zelalkirina komkujiyan kirin.

Xwepêşandana ku pêşengiya wê Meclîsa  Jinên Berîtana Zurîhê kir ji bo şehîdên Parîsê deqeyek rêz hat girtin.  Li ser navê Yekîtiya Jinên Swîsreyê (YJK-S) Nûrşen Nergis li vir axaftinek li vir kir.

Nûrşen Nergis diyar kir ku dewleta Fransayê ji ber sedemên cihêreng ser komkujî girt. Nûrşen Nergis destnîşan kir ku ji ber bêcezakirinê komkujiya duyemîn li Parîsê çêbû û wiha got: “Jinên Kurd  di van komkujiyan de hedef hain girtin. Heya ku komkujiyên dewleta Tirkiyê û sûcdarên rastîn neyên eşkerekirin, wê dewleta Fransayê jî berpirsiyar be. Bi taybetî jinên Kurd û gelê Kurd, em ê daxwaza xwe ya ji vo edaletê biqîrin û li kolanan bin.” 

Piştî hevdîtina heyetekê bi rayedarên Balyozxaneyê re, peywirdarên Balyozxaneyê hatin cihê çalakiyê û li vir axaftinek kir. Peywirdaran diyar kirin ku ew ê dosyaya ku pêşkêşî kirine wê ji hikûmeta Fransayê re bişînin û xemgîniya xwe li ser komkujiyan ragihand.

Çalakgeran çelengên reş li ber Balyozxaneyê hiştin û bi dirûşmên ku daxwazên edaletê tînin ziman dawî li çalakiya xwe anîn.

‘LI BERNÊ JI BO RONÎKIRINA KOMKUJIYÊN PARÎSÊ ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN’

Ji bo Sakîne Cansız (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ên ku di komkujiyên ku ji hêla dewleta Tirk ve li Parîsê hatine kirin de şehîd bûne, li pêşiya Balyozxaneya Fransayê ya li Bernê çalakî hate lidarxistin.  

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî ji aliyê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Be) ya Bernê Hinar Dîlmeç ve hate xwendin.

Dîlmeç bi bîr xist ku 11 sal di ser şehadeta yek ji damezrênera PKK ‘ê û pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sara (Sakîne Cansiz), Ronahî (Leyla Şaylemez) derbas bûne û wiha got: "Hêrsa me li dijî vê qetlîamê zindî ye û soza me ya hesabpirsîna ji kujeran berdewam dike. Tam salek berê yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û hevalê me yê hêja Abdûrrahman Kizil li heman cihî hatin qetilkirin."

Dîlmeç anî ziman ku raya giştî ya Kurd hemû delîlan radestî daraza Fransayê kir. Dîlmeç diyar kir ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin û kiryar dewleta Tirk e û wiha dewam kir: "Weke gelê Kurd em li bendê ne ku berpirsyarên rastî ji hêla dewleta Fransayê ve bên eşkerekirin. Divê raya giştî ji rastiyan bê agahdarkirin û sûcdarên rastî bên darizandin. Daxwaza me ew e ku daraza Fransayê perdeya ‘sirên dewletê’ ji holê rake.”

Piştî Dilmeç, li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay axivî. Atalay di axaftina xwe de ev tişt got: “Em îro ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê li vir kom bûn. Li ser me kurdan gelek komkujî hatin kirin, lê me tu caran şehîdên xwe ji bîr nekirine, ji bîr nakin û em ê li ser şopa wan bimeşin. Îro dîsa ji bo bîranîna şehîdên xwe em li ber Balyozxaneya Fransayê kom bûn û em ê vê dozê heta dawiyê bimeşînin. Divê kes ji vê gumanê neke. Kujer diyar in. Her kes vê yekê pir baş dizane."

Di dawiyê de li ser navê YJAD'ê Songul Çelîk axivî û diyar kir ku êşên gelê Kurd ne qeder e û wiha dewam kir: "Sedema ku em îro li vir in, bîranîna şehîdên şoreşê ye.”                                                                                                         Beriya bi dawîbûna çalakiyê girseya ku xwest çelengê li ber Balyozxaneya Fransayê deyne ji aliyê polîsên Swîsreyê ve hat astengkirin. Çalakgeran li vir demek dirêj li dijî hewldanên polîsên Swîsreyê ku destûr nedan çelengan danîn û xwestin girseyê dûr bixin. Girse bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.