KBDH: Em ê sala 2024'an li sîstema serweriya mêr bikin zindan

Konseya Giştî ya KBDH'ê bi sernavê "Li ser şopa nemiran, Jin, Jiyan Azadî" daxuyaniyek weşand û got, "Em ê sala 2024'an li sîstema serweriya mêr bikin zindan."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkildarî têkoşîna sala 2023'an û biryardariya sala 2024'an daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî felaketên xwezayî yên ku bi polîtîkayên rantê yên dewletê hîn giran bûn, êrîşên dagirkeriyê, tundiya li dijî jinê û komkujiyan, me saleke din li pey xwe hişt ku birînên xwe pêçan. Sala nû jî bi biryardariya ala têkoşînê ya ku ji nemirên xwe wergirtî, pêşwazî dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîna têkoşîna nasnameya zayenda bindest û jinên Fîlîstînî ku li dijî êrîşên qirker ên siyonîzmê li ber xwe didin, ew jî li dijî serweriya mêr û dagirkeriyê li her qadê têkoşîna xwe ya rizgariyê dewam dikin.

Konseya Giştî ya KBDH'ê diyar kir ku sala derbasbûyî li Tirkiyeyê êrîşên dewletê yên li hemberî jinan û nasnameya zayenda bindest dewam kirin û got, "Li gel zext, tepisandin û polîtîkayên manîpulasyonê jî jinan û nasnameya zayendî ya bindest li dijî her cûre êrîşan li ber xwe dan."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê jin û nasnameya zayendî ya bindest li hemberî tundiya dewlet a mêr li kolanan, qadan, kampusan bûn û hate gotin, "Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li çiyê, zindanan, kolanan li dijî faşîzmê û serweriya mêr ev îrade hate bilindkirin. Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan em vê îradeyê silav dikin û bi biryar in ku sala 2024'an li sîstema serweriya mêr bikin saleke zindanê.

Di rojên destpêkê yên sala 2024'an de em ala ku me ji Rosa Luksembûrg, Meral Yakar, Lale Çolak, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û bi hezaran hevrêyên xwe yên nemir wergirtî, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hîn bilind dikin. Û ji Fîlîstînê heta Kurdistanê em diqîrin: Em hebûn, em hene û em ê hebin."