Li Elmanyayê wê di 23'ê Sibatê de hilbijartina pêşwext pêk were
Li Elmanyayê, piştî ku hikumetê nekarî dengê pêbaweriyê werbigire, biryar hate dayin ku di 23'ê Sibatê de hilbijartin bê kirin.
Li Elmanyayê, piştî ku hikumetê nekarî dengê pêbaweriyê werbigire, biryar hate dayin ku di 23'ê Sibatê de hilbijartin bê kirin.
Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier diyar kir ku wî daxwaza Şansolye Olaf Scholz a ji bo betalkirina parlamentê qebûl kiriye.
Steinmeier ragihand ku di 23'ê Sibatê de wê li Elmanyayê hilbijartin pêşwext pêk were. Dihate texmînkirin ku Serokkomar wê li gorî biryara Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) ya ji bo hilbijartina pêşwext, tevbigere.
Roja Duşema bihurî, Meclîsa Federal dengê pêbaweriyê nedabû hikumeta Scholz. Ev deng ji sala 1949’an ve dengdana 6’emîn a baweriyê ya li welêt hatî kirin bû û rêveberiya hikûmeteke Elman cara sêyem, bi dawî bû.