'Komkujiyên li Parîsê bi gelek armancan hatin kirin'

Endama TJK-E Zeynep Karakoçan, diyar kir ku komkujiyên Parîsê xwedî armancên îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk ên pir alî ne.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zeynep Karakoçan, da xuyakirin ku bi komkujiyên Parîsê re pêşengî, deng û paşeroja Tevgera Jinên Kurd hedef hatiye girtin û got, "Bi vî awayî xwestin pêşî li pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêş ve diçe bigirin." 

Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Zeynep Karakoçan, bi wesîleya salvegera komkujiyên 9'ê Çileya 2013’yan û 23'yê Kanûna 2022'yan ên li Parîsê li dijî siyasetmedarên Kurd hatin kirin, bersiv da pirsên ANF'ê.

Dewleta Tirk bi van komkujiyan re çi peyamê dide Kurdan û bi taybetî jinan û çima Parîs hilbijart?

Ewil ez Sara (Sakîne Cansiz) Rojbîn, Ronahî, Evîn (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di encama êrîşa hovane ya li Parîsê de hatin qetilkirin, bi rêzdarî û hezkirin bibîr tînim. Bê guman her du komkujî jî trajediyên dîrokî ne ku mohra xwe li dîroka Fransayê xistine. Di 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê de ku di encamê de yek ji damezrînera PKK’ê û pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî, komkujiya 2’yemîn a Parîsê pêk hat. Gel û jinên Kurdistanê ji bo ronîkirina berpirsyarên komkujiya li Parîsê rabûn ser piyan û bê navber têkoşiyan. Hewce bû ku Fransa ji ber komkujiya ku dewleta Tirk pêk aniye darizandiba lê di 23’ê Kanûnê de li Parîsê careke din li dijî Kurdan êrîşek pêk hat.

RÊBER APO Û XETA JINÊ HEDEF HAT GIRTIN

Komkujiya Parîsê ya sala 2013'yan di pêvajoyek hesas de pêk hatibû. Pêvajoyeke welê bû ku Rêber Apo li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gav avêtibû û zemîna diyalogê danîbû. Di komkujiya Parîsê de di esas de Rêber Apo hedef hat girtin. Armanca komkujiyê ew bû ku pêvajoya diyalogê sabote bike û weke yek ji hevrêyên pêşî yên Rêber Apo ya xeta îdeolojîk hedef girtin. Di heman demê de di şexsê Hevrê Sara de têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê û nirxên hatine afirandin hedef hatin girtin. Komkujiya Parîsê di şexsê Tevgera me de êrîşeke pir rengî ya îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk a dewleta Tirk a li ser Kurdan bû. Wisa tenê bi hestên dijminatiyê nehatibû kirin. Komkujî bi qasî ku îdeolojîk e, yekser girêdayî rewş û geşedanên konjonkturel ên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Çawa ku di 15'ê Sibata 1999'an de di şexsê Rêbertî û Tevgera me de bi Komploya Navneteweyî re destwerdanek li herêmê ji aliyê NATO û Gladyoya pê ve girêdayî hat kirin; Komkujiya Parîsê ji aliyê heman hêzan ve bi heman armancê, avakirina modernîteya demokratîk a ku li herêmê bi pêşengiya Kurdistanê û pêşengiya PKK'ê pêş bikeve hat hedef girtin.

JI BO PAŞVEXISTINA MILÎTANIYA JINÊ BÛ

Bi van êrîşan re xwestin bi awayekî cidî Tevgera me ya Jinên Azad tehdît bikin. Îro ne tenê li Ewropayê, li çar parçeyên Kurdistanê jî pêşengên jin ên Kurd tên hedefgirtin û qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xayîn pêşengên jin dike hedef. Bi vî rengî tê xwestin pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê ya mezin dibe bê girtin. Ji ber ku jinên milîtan pêşketineke xurt nîşan da û li dijî sîstema desthilatdar a mêr û berjewendiyên wê nerazîbûn nîşan da, bi van komkujiyan re xwestin jinên ji bo azadiyê têdikoşin bitirsînin, bitebisînin, qels bikin û jinên milîtan paşve bixin.

JI BO KU PARÎS BIBE NAVENDA KOMKUJIYÊ RÊ HATE VEKIRIN

Di çerçoveyê heman konseptê de vê carê komkujiya 2’yemîn di 23’ê Kanûna 2022’yan de, li ser esasê berdewamkirina heman polîtîka û berjewendiyên qirêj pêk hat. Li Parîs di demên borî de gelek cînayetên siyasî lê pêk hatine. Berpirsiyarên van komkujiyan her çiqas bên zanîn jî, ev komkujî nehatine ronîkirin. Di salên 1970’yî û şûnde cînayetên siyasî yên bê hesab li Parîsê hatin kirin vê rastiyê nîşan dide. Bi dehan çalakvanên tevgerên şoreşgerî û azadiyê ji Fas, Cezayîr, Îran, Sûriye, Filîstîn, Efrîkaya Başûr, welatên Bask û Tamîlê ji hêla Tîmên Gladio û îstîxbaratê li Parîsê hatin qetilkirin. Der barê cînayetan de tu lêpirsîn û doz nehat vekirin. Hiqûq û demokrasiya Fransayê dema mijar dibe cînayetên siyasî, berovajî xebitiye. Vê yekê rê li ber vekir ku Parîs veguhere navenda komkujiyê.

Çima pêşengên mîna Sakîne Cansiz û Evîn Goyî, jinên xebatên dîplomasî û ciwanan meşandin hedef hatin girtin? Rola van jinan di têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê de çi bûn?

Komkujiyên Parîsê û şehadetên pêk hatin, êşên kûr ên nayê vegotin li me jinan, gelê me, dostên me û li tevahiya cîhanê ava kir. Di dîroka têkoşîna me ya azadiyê ya 45 salan de serdemên gelekî zehmet û bi êş hatine derbaskirin. Em bi destkeftî û nirxên ku bi şehadeta keç û ewladên herî leheng û hêja yên gelê xwe hatine heta roja îro. Şehadeta hevrê Sara ku ji roja destpêkê heta roja îro bûye dîroka zindî ya berxwedan û têkoşîna me, hevrê Evîn Goyî ku xwe fedayê rêya azadiyê kiribû û hevrêyên Rojbîn û Ronahî ku wê di siberoja têkoşîna me ya azadiyê de bi mîsyona pêşengiyê rabin, ji bo Tevgera Jinê windahiyên giran û mezin in. Bi taybetî cih û şehadeta hevrêya me Sara di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de xwedî wateyeke cuda ye.

DI ŞEXSÊ KESEK DE DÎROK HATINA ZIMAN E

Berxwedan û sekna bi rûmet a Sakîne Cansiz a di hest, fikir û jiyanê de li hember her cure êşkenceya dijmin, bandoreke pir xurt li ser gel kir. Tifî rûyê xayîn û celadan kir, bi xurtî rastiyên jê bawer dikir parast, ji bo rastiyên pê ve girêdayî têkoşiya û ji bo wan zindî bihêle di têkoşîna xwe de heta dawiyê israr kir. Berxwedana hevrê Sara di avakirina kevneşopî û xeta berxwedana zindanê ya PKK'ê de roleke diyarker dilîze. Ji bilî taybetmendiyên berxwedanê yên jinên Kurd di şexsê hevrê Sara de rastiya ku xwedî biryardariyeke têkoşînê û îradeyeke xurt e û ev yek li qada navneteweyî asteke cuda ya bandorê afirandiye. Kesayeta Sakîne Cansiz, di şexsê kesekî de vegotina dîrokê ye. Ji bo vê em têkoşîna wê, weke dîroka têkoşînê ya Tevgera me ya Azadiyê ya Jinê jî qebûl dikin û em vê xetê ji xwe re esas digirin.

DI ARMANCA XWE DE ZELAL BÛ

Hevrê Evîn Goyî di temenek biçûk de bû şahidê her cure êrîşên nemirovî û terorê yên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Botanê pêk aniye. Di şerê Botanê de ku dilê berxwedanê yê gerîlaye, fermandarî kir. Di nava Tevgera Azadiyê de mezin bû. Hem di jiyanê de, hem jî di şer de bi roleke diyarker rabûye. Tevî hevrê Sara di avabûn, rêxistinbûn û pêşketina artêşbûna jinê de bi rola pêşengiyê rabû û tevî emrê xwe yê biçûk jî barê têkoşîna azadiya jinê hilgirt ser milê xwe. Ked û fedekariyek mezin kir. Di şerê li dijî DAÎŞ'ê de ku gefê li hemû gelan, jinan û cîhanê dixwe, bi awayekî aktîf cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girt û pêşengiya avakirina jiyaneke nû, civaka azad û neteweya demokratîk kir.

DI DÎPLOMASIYÊ DE DOST DIDAN QEZENCKIRIN 

Hevala Rojbîn xwedî lêgerîna azadiyê bû û di her qada têkoşînê de têkildarî pirsgirêkên jinan bi hestiyar bû. Bi xebatkariya xwe dihat naskirin, di armanc û hedefa xwe de bi biryar bû. Xwedî sekneke bi îdîa û bi biryar bû. Hevalek me bû ku ji bo têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelê Kurd, êşên gelê xwe bigihîne qada navneteweyî; di siyaset û dîplomasiyê de berpirsyariyên girîng girt ser xwe û rol lîst. Rojbîn di pêşketina siyaset û dîplomasiya Kurd de rol lîst û asteke girîng derxist holê. Dost û çeper bi têkoşîna azadiyê da qezenckirin û bûye ziman û dengê xurt ê gelê Kurd û jinan. Bi taybetî jî pêşengî ji gelek pêngav û kampanyayên ku ji bo azadiya Rêber Apo hatîn destpêkirin re kiriye. Bi israreke mezin têkoşîn meşandiye. 

SEMBOLA TERCÎHA AZADIYÊ YA CIWANÊN KURD BÛ 

Hevala me Ronahî bi şêwazê jiyana Ewropa û çanda wê re nebû yek, timî bi hezkirin û hesreta Kurdistanê mezin bû. Li dijî polîtîkayên bişaftinê yên ku kapîtalîzm li dijî ciwanên Kurd pêk tîne, mîna Rojbînê bû xwedî helwesteke radîkal û azadî tercîh kir. Zanebûna wê ya welatparêziyê, lêgerîna wê ya azadiyê ew bi têkoşînê azadiyê re anî ba hev. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê yên li Ewropa dijîn û mezin dibin, divê sekna Ronahî ji xwe re esas bigirin, li dora têkoşîna azadiyê rêxistinbûna xwe xurt bikin û belav bikin. Di şexsê hevala Ronahî de Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate hedefgirtin. Dema ku qala cih û girîngiya her çar hevalan a di nava têkoşînê de tê kirin, diyar dibe ku çima hatine hedefgirtin. Pêşengî, deng û siberoja Tevgera Jinên Kurd hatiye hedefgirtin. Bi vî rengî hatiye xwestin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bisekinînin. 

Tê dîtin ku dozên li ser komkujiyên Parîsê tên nixumandin. Çima? Belê, mixabin hatiye xwestin ku her du doz jî werin girtin. Di her du komkujiyan de jî nêzîkatiya Fransa nîşan dide ku di van komkujiyan de hevkar e. Ji ber ku îspatan vedişêre û bi dadgehê re parve nake. Qaşo bi gotina ‘Sirê dewletê’ hewl dide sûcê dewleta Tirk veşêre. Bi nixumandina her du komkujiyan piştgiriya siyaseta qirker a dewleta Tirk hatiye kirin. Hat xwestin ku bi kuştina kujer, lêpirsînê biqedînin. Ji xwe piştî mirina kujer dosyaya lêpirsînê girt. Piştî ku malbatan car din gilî li MÎT’ê kir, doz vebû. Em ê vê dozê neberdin. Bi heman rengî tevî ku salek li ser komkujiya 23’yê Kanûna 2022’yan derbas bûye jî, ti geşedan pêk nehatiye. Nirxandina dozê weke dozeke edlî, bi serê xwe weke skandaleke hiqûqî her ji niha ve derbasî dîrokê bûye. Dadgeh dixwaze dozê li ser nefreta biyanî bibîne û mixabin di vê yekê de bi israr e. Lêpirsîn pir hêdî ber bi pêş ve diçe. Di demên ewilî de hat îdîakirin ku tenduristiya aqlê tetîkkêş ne li cih e, piştre bi rapora ku bijîjkê psîkiyatriyê dayî, hat îspatkirin ku tenduristiya aqlê wî temam e. Lê vê carê hat xwestin ku lêpirsîn li ser nijadperestiyê were dîtin. Lê di îtîrafên tetîkkêş bi xwe de, eşkere ye ku ev bûyer komkujiyeke siyasî ye. Dozgerê ku li dozê dinêre jî naxwaze dosyayê weke dozeke siyasî bibîne. Em ji destpêkê ve dibêjin ku ev doz dozeke siyasî ye û hêzên cuda li pişt vê êrîşê hene. Niha lêpirsîn dewam dike. 

Weke aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd hûn bi çi rengî tevlî têkoşîna li dijî doz û komkujiyan bûn, niha hûn çawa didomînin? 

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hem di aliyê hiqûqî hem siyasî hem jî civakî de em bûn şopdarê vê dozê. Bi taybetî di warê hiqûqî de di pêvajoya 11 salan de mîna ku doz hate şopandin, di qada navneteweyî de jî lêgerînên cuda çêbûn. Di vê çarçoveyê de di demên cuda yên salên borî de konferans hatin lidarxistin. Di van konferansan de sedemên komkujiyan, encamên wê û li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî van komkujiyan nîqaşên berfireh hatin kirin. Dîsa xeteke çalakiyê hate şopandin ku di qada civakî de nerazîbûn û hêrsa jinan veguherand çalakiyê. 11 salên derbas bûyî, di vî warî de bi têkoşîneke bê navber derbas bû. Îsal ji 23’yê Kanûnê heta 9’ê Çileyê bi pêvajoyeke çalakîtiyê car din aliyên hiqûqî, siyasî û civakî yên komkujiyan hatin xistina rojevê. 

Piştî komkujiyan gelê Fransa jî nerazîbûn nîşan dabû. Ew van komkujiyan çawa dinirxînin, piştevaniya wan a bi Kurdan re dewam dike? Li dijî her du komkujiyan jî nerazîbûna gelê Fransayê derketiye holê, ji ber pir eşkere ye ku êrîşeke terorê ye. Gelê Fransa jî ev yek dît û dibîne. Heta niha piştgiriyê didin me û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Îsal tevlîbûna wan a çalakiyan, pir bû. Daxwazên wan jî bi yên me re hevpar bûn. Tê xwestin ku edalet qurbanî berjewendiyên ekonomîk û siyasî neyê kirin, sirê dewletê ya li ser dozê bê rakirin, faîl bên darizandin û cezakirin. Helbet ev ji bo me û dostên me ne tenê daxwazek e, sedemê têkoşîneke hîn bêhtir e. 23’ê Kanûnê û 6’ê Çileyê li seranserê Ewropayê meş û çalakî hatin lidarxistin. Li Parîsa ku Kurd lê hatine qetilkirin, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Ji bo ku ji vir û şûn de jî têkoşîna edaletê bidome û berfireh bibe, divê çi bên kirin? Rayedarên Fransayê berpirsyariya xwe ya ronîkirina komkujiyan bi cih neanîn. Lewma em ê bi helwesta siyasî û çalakiya xwe li dijî wan protestoyan zêde bikin. Fransa weke dîrokî deyndarê Kurdan e. Komkujiya Parîsê lekeyeke reş e ku li ser dîroka Fransayê hatiye nivîsîn. Fransa nikare ji vê dozê bireve; divê demildst wezîfeyên xwe yên hiqûqî û berpirsyariya xwe ya siyasî bi cih bîne. 

Em ê li dijî komkujiyên jinan û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin. Em bi vê biryardariyê dikevin salê. Bi taybetî jin, ciwan, gel û dostên me ev biryardariya xwe di çalakiyên ku 6’ê Çileyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hatin lidarxistin de, car din nîşan dan. 

Ez bawer dikim ku gelekî ku bi “Jin Jiyan Azadî” dimeşe, ji dervey azadiyê ti şansê wê yên din tune ye. Belê, tolhildana me wê bi pêkanîna şoreşa jinê be. Têkoşîna me wê di vê çarçoveyê de fireh bibe û dewam bike. Em ê teqez ji qirkeran hesab bipirsin. Her wiha wezîfeya me ye ku em bi biryardariya di van çalakiyan de derketî holê, pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hîn bêhtir mezin bikin. Îfadeya herî mezin a dilsoziya me ya bi şehîdan re, wê serketina vê pêngavê be. Em jin li ser rêya Sara û Evînan xwedî bawerî, îrade û hêza pêkanîna vê yekê ne.