‘Divê hemû jin li dijî êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin’

Koordînasyona Kongra Star a Ewropa diyar kir ku dewleta Tirk hilweşîna rejîma Esad weke firsend dît, li ser qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin û bang li hemû jinan kir ku Şoreşa Rojava biparêzin.

KONGRA STAR

Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê, têkildarî tiştên piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad qewimîne, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dawiya meha Mijdarê de piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) hat ser desthilatdariyê û wiha hate gotin, “Esad li pey xwe welatekî hilweşayî û bi milyonan mirovên ku ji mafên xwe yên esas bêpar mane, hişt û revî çû Moskowayê. Piştî tiştên qewimîne, dewleta Tirk jî li dijî gelê me êrîş da destpêkirin. Piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, gelê me neçar ma car din koç bike û derbasî herêmên biewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst û komên girêdayî wî hîna didomin.

Li aliyê din welatên rojavayî jî hewl didin rejîma nû li ser esasê berjewendiyên xwe weke alternatîfa herî baş pêşkêş bikin, ev rewş ji her demê zêdetir fikarê çêdike. Weke gelê Kurd, em pêkhateyeke esas a demografiya dewlemend a Sûriyeyê ne; di encama têkoşîneke demdirêj û berdêlên mezin de me Şoreşa Rojava, ango Şoreşa Jinê pêk anî.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê aqûbeta jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, bê eşkerekirin û bang li saziyên navneteweyî û mafên mirovan hate kirin ku êdî li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin, li gorî peymanên navneteweyî û mafên mirovan tevbigerin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Weke Kurd di demeke ku herî zêde pêdiviya me bi yekîtî û hevpariyê heye de, PDK deriyê sînorê Sêmalka-Fîşxabûr digire û bi vî rengî sivîlên li herêmên xweser dijîn, ji alîkariyên mirovî bêpar dimînin. Em vê kiryara PDK’ê şermezar dikin. Em bang li wan dikin; berjewendiyên xwe yên şexsî û partiyê li aliyekê bihêlin û piştgirî bidin hevdû, dest ji dijminatiya li hemberî gelê xwe berdin. Herî dawî di van rojên pîroz de, em Cejna Noel’ê ya hemû Xristiyanan pîroz dikin, hêvî dikin cejn bibin wesîleya aştî û aramiyê. Bi vê wesîleyê di serî de jinên Kurd û Sûriyeyî, divê hemû jin hêzên xwe bikin yek û ji bo siberojeke azad, bi rengekî hevpar têbikoşin. Divê li dijî dewleta Tirk, piştgirî bê dayîna Şoreşa Rojava. Bi yekîtiya jinan re, em ê hemû qadên jiyanê bikin qada têkoşîn û berxwedanê.”