DFG'ê rapora hiqûqî ya sala 2024'an eşkere kir

DFG'ê ragihand ku piştgiriya hiqûqî di nava sala 2024'an de da 152 rojnamevanan û dozên bi dehan rojnamevanan şopand.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya hiqûqê ya sala 2024’an eşkere kir. Di raporê de daneyên têkildarî alîkariya hiqûqî ya di tevahiya salê de hatin parvekirin û wiha hate gotin: “Me rojnamegeran di sala 2024’an de li rexekî karê xwe kir li rexa din jî li korîdorên dadgehan me hewl da rojnamegeriyê biparêzin. Hedefa ewil a zext û sansûra li Tirkiyeyê ku îktîdar roj bi roj asta wê zêde dike, rojnameger bûn. Bi zextên li ser rojnamegeran re hewl dan mafê azadiya agahîgirtinê yê civakê asteng bikin û bi vê boneyê derheqê bi sedan rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin û ev lêpirsîn veguherîn dozan.”

Di raporê de hate gotin ku yekîneya hiqûqê ya DFG’ê û parêzer Resûl Tamur û Ozcan Kiliç pêvajoyên dozên bi dehan rojnamegeran şopandine û ev agahî hatin parvekirin: “Parêzerê me Resûl Tamur li Amed û derdora wê karûbarên hiqûqî yên 74 hempîşeyên me, parêzerê me Ozcan Kilinç jî li Stenbolê karûbarê hiqûqî yê 72 hempîşeyên me şopand. Di nava sala 2024’an de me piştgiriya hiqûqî da 152 hempîşeyên xwe (lêpirsîn, doz, dadgeha jor, serlêdanên sûc û hwd.). Em beşdarî 49 dozan bûn û me rojnamegerî parast û me got ku rojnamegerî sûc nîne. Li gel vê piştgiriyê, dema hêzên ewlekariyê ji bo îfadeyê bangî hempîşeyên me dikirin jî parêzerên me bi wan re çûn.

Ji dozên me şopandin 6 jê bi biryara beraetê biencam bûn, dozên din jî hêj didomin. Di heman demê de me li Îstînafê, Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî mafên 10 hempîşeyên xwe parast. Di serî de biryarên astengkirinê yên ji bo nûçeyên li ser malpera me ya webê hatine dayin, me li dijî biryarên astengkirina xwgihandinê yên ji bo hesabên gelek hempîşeyên xwe îtîraz kir. Me ji ber girtina Cemiyeta Rojnamegerên Azad û Cîhan Radyoyê ya bi KHK’ê, serî li dadgehên jor da. Li dijî 16 biryarên astengkirina xwegihandinê me îtîraz kir. Piraniya îtîrazên me hatin astengkirin lê me têkoşîna xwe li dadgeha jor domand û dê bidomînin.

Gelek hempîşeyên me dema nûçe dişopandin rastî tundiyê hatin û gef lê hatin xwarin. Bi giştî ji ber tundiya di mitînga ‘azadiyê’ ya li Amedê, nobeta aştiyê ya Dayikên Aştiyê ya Silopiya ya Şirnexê û çalakiyên li Stenbol û Wanê de li 31 hempîşeyên me hatiye kirin, me ji bo tevan serlêdanên sûc kir. Di heman demê de li dijî êrişên di dema çalakiyên protestokirina qeyûmê Êlihê de li hempîşeyên me hatin kirin jî me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) da û serlêdana sûc kir.

Di rojên me ev rapor amade dikir de me bi xemgînî bihîst ku hempîşeyên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrişa bi SÎHA’yan de hatin qetilkirin. Em careke din dibêjin ku em ê hem ji hêla hiqûqî hem jî di asta herî jor de hesaba qetilkirina her du hempîşeyên xwe bipirsin. Şahidên bûyerê û belgeyên me bi dest xistin nîşan didin ku rojnameger bi zanebûn hedef hatine girtin. Li ser vê esasê, ji bo ku îspat bikin ku sûcê şer e, em ê têkoşîna xwe ya li ser zemîna hiqûqî bidomînin.

Me rojnamegerî tenê li korîdorên edliye û qereqolan neparast. Ji bo ku parastina rojnamegeriyê hêj xurtir û mezintir bikin, me atolye li dar xistin. Di vê çarçoveyê de, bi beşdariya parêzerê me Resûl Tamur jî, me du caran atolyeya nûçegihantiya krîzê li dar xist û me têkildarî parasetina rojnameya ya ji hêla hiqûqî ve agahî dan 30 hempîşeyên xwe. Di sala 2024’an de me hem têkoşîna hiqûqî hem jî piştevaniya bi komên pîşeyî re mezintir kir û rojnamegerî parast. Em ê di sala 2025’an de jî rojnamegeriyê biparêzin. Em ê ne dev ji nivîsandina hiqîqetê ne jî dev ji gotina rojnamegerî sûc nîne berdin.”