Li Îranê cezayê 74 qemçiyan li aktîvîsta Kurd hate birîn

Aktîvîsta Kurd Roja Heşmatî ya li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dimîne, ji ber ku wêneyekî xwe yê servekirî parve kir cezayê 74 qemçiyan lê hate birîn.

Heşmatî di dema înfaza cezayê xwe de, ji ber ku laçika wê ket bi cezayekî nû gef lê hate xwarin. Êşkence li serî, mil, pişt û lingên Heşmatî hate kirin.

Heşmatî dema ku qemçî lê hate xistin, dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kir û diyar kir ku ew têkoşîneke bi rûmet dimeşîne û ev ceza bandorê lê nake.

Heşmatî ragihand ku beriya înfazê bi parêzerê xwe re çûye edliyeya herêma 7’emîn û anî ziman ku di dema înfaza cezayê de ji ber ku laçika wê ketiye, gef lê hatiye xwarin ku wê hîn bêhtir ceza bistîne.

Heşmatî diyar kir ku wê berxwedana xwe bidomîne û wiha got: “Em ji deriyê ketina hundir, paş de hatin vegerandin û dema ku em ketin şaxa înfazê min laçika xwe ji serê xwe kir. Rayedarê li şaxê got, ‘ji bo ku hûn serê xwe nexînin belayê, laçika xwe li serê xwe bikin’, lê min wiha bersiv da, ‘Ez ji bo vê qemçiyê hatime, li xwe nakim’. Gazî cihekê kirin, rayedarê ji înfazê berpirsyar derket qata jor û got, ‘Laçika xwe li xwe bikin û min bişopînin’. Min got, ‘Ez li xwe nakim’. Wî jî got, ‘Wê demê tu wê çi bikî? Ez ê qemçiyan li te bixim ku tu bizanî li kuderê yî û ez ê dosyayek nû derbarê te vekim, ji bo ku tu car din bibî mêhvanê me, ez ê 74 qemçiyên din jî bavêjim’.”

Heşmatî destnîşan kir ku di pêvajoya înfazê de gelek caran laçika xwe ji serê xwe kiriye û berxwedana xwe domandiye û got: “Şeva tarî ya esareta min, wê demê şefeqê be. Hemû birînên nû wê baş bibin, hemû pranga wê veguherin bivirê.”