'Şerê Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm û endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan qala yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz kirin û gotin, "Şerê hevala Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm û endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan bûn mêvanê bernameyeke televîzyona Medya Haberê û qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz kirin.

Ayten Dersîm di destpêka axaftina xwe de komkujiya 9'ê Çileyê şermezar kir, di şexsê Sakîne Cansiz de şehîdên azadiyê hemû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Bi wesîleya vê rojê caerke din soz didim ku em ê wezîfe û berpirsyariyên wan ji me re hiştine bi rengekî hêja bi cih bînin. Hevala Sara sekneke dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî ye. Xeta tevgera jin a azad a Kurd e. Rêbertî bi wî rengî pênase kir û xwedî dîrokeke bi vî rengî ya têkoşînê ye."

Ayten Dersîm anî ziman ku Sakîne Cansiz bi sekna xwe ya şoreşgerî pêşengî ji hemû gelan re kir û bi bîr xist ku piştî şehadeta wê, ji Nepalê heta bi Misrê, ji Latîn Emerîkayê heta bi gelek welatên Ewropayê di meş, kongre û konferansan de wêneyên wê hatin hildan.

Ayten Dersîm destnîşan kir ku eşqa wan a azadiyê civakîbûna wan e û got, "Yanî jinbûyîna me ye. Lewma di şexsê hevala Sara de jî şexsî nîne. Di merasîma cenaze de ya li Ewropayê bi hezaran kes, bi sed hezaran kes li hev kom bûn. Şehadeta hevala Sara careke din Dersîm hejand. Hevala Sara bi têkoşîna xwe hebûna xwe li wir afirand. Û bêguman dikarim vê peyamê jî bibêjim; yan jî vê wezîfe û berpirsyariyê bibîr bixînim. Belê gelên me, jinên me hay ji vê yekê hene, di serî de jî Dersîm. Ji ber ku ew qirkirin neqediya ye. Belê, qirkirin bi ser nexistin, nekarîn komployê jî bi ser bixînin û wê nikaribin bi ser jî bixin. Bi taybetî têkoşîna azadiyê ya jinê ku pêşengiyê ji têkoşîna gelan re dike, wê li dijî vê çanda qirkirinê timî li ber xwe bidin. Li Dersîmê qirkirin bi ser neket. Qirkirinek hate kirin, lê nekarîn bi ser bixînin. Wezîfeyeke bi vî rengî ya gelê Dersîmê heye. Bi sedan şoreşger ji wê derê rabûn û ya ku şoreşgerî li wê derê şênber kir hevala Sara ye. Çandeke xwe ya şoreşgerî heye. Ew çanda berxwedêrî heye. Divê ew yek bê destnîşankirin. Naxwe çandek heye. Serhildanek, raperînek timî heye. Lê belê eger tu veneguherîne rêxistiniyeke xurt tu nikare dijminê li hemberî xwe têk bibe. Rêbertî ji ber vê yekê got, 'Li Kurdistanê bê rêxistiniyê pel jî naheje'. Ev yek di têkoşîna me ya 50 salî de ispat bûye. Di vê serdemê de jî em dişopînin. Bi rastî jî dixwazin Dersîmê, Kurdistanê ji mirovan xalî bikin, bajarên me yên Kurdistanê bê rêxistin bihêlin. Bîr wê ji kê re bê ragihandin? Ji nifşên ciwan re. Nifşê ciwan pêşengê gelan e. Ji bo hemû tevgeran bi vî rengî ye. Niha li her deverê ciwan di encama zexteke giran de welatê xwe diterikîne, gundê xwe diterikîne, bajarê xwe diterikîne. Terikandin tê wateya xurtkirina dijmin. Em bi vê zanibin. Terikandin tê wateya qebûlkirina zextên dijmin. Ji ber ku ti gel, ciwan, jin bêyî xaka xwe nikare azad bibe, bêyî gel jî welat azad nabe.

Belê zehmet e, lê belê têkoşînek heye ku em gelekî bi xurtî nêzîk dibin. Di şexsê hevala Sara de bi wesîleya vê rojê min xwest vê wezîfeyê bi bîr bixînim."

Têkoşîn Ozan jî anî ziman ku têkoşîna Sakîne Cansiz a zêdeyî 40 salan ji aliyê şopdarên wê ve tê meşandin, wê dewam bike û got, "Bêguman em ê bi ser bikevin. Vê yekê rêbazek, rastiyek afirand. Êdî veguheriye rastiyekê, rastiyeke me heye. Yên ku hewl nedin xwe biparêzin, neçar dimînin ku di bin serweriya hinekî din de bijî yan jî bimire. Rêyeke cuda ya vê yekê nîne. Ji bo hebûnê tu neçar e xwe biparêze. Ji bo jinan jî, eger jin xwe neparêzin, parastina xwe ji hinekî din re bihêlin hingî mafê xwe yê axaftinê jî radestî hinekan dikin. Yên karibin xwe biparêzin karin biaxivin, tercîhê bikin, sekneke îradeyî nîşan bidin. Yanî xweparastin tê wateya hebûnê. Tevlîbûna hevala Sakîne ya li nava refên PKK'ê û têkoşîna wê ya zêdeyî 40 salan sekneke parastina xwe û civakê ye."

Têkoşîn Ozan bal kişand ser gotina 'Jiyana min timî şer bû' ya Sakîne Cansiz û got, "Şerê hevala Sakîne şerê me hemûyan e, divê em vî şerî mezin bikin. Divê em vê rêbaza şer mezin bikin. Bêguman dem bi dem daxuyanî tên dayin, çalakî têne lidarxistin. Lê belê em niha di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de ne. Şer gelekî mezin e, êrîşên qirkirinê gelekî mezin in. Vaye li Kurdistanê, Ermenistanê, Xeze, Efganistanê jin têne qirkirin. Rewş li Latîn Emerîkayê, li Ûkraynayê jî bi heman rengî ye. Şer û qirkirineke mezin heye. Di vî şerî de jin winda dikin. Hewl didin bi vî rengî bikin. Lewma rêxistiniya jinan, rêxistiniya ji bo jiyanê êdî divê weke mecbûriyetekê bê dîtin, nebe nabe. Tecrûbeyeke mezin a vê yekê di nava têkoşîna PKK'ê de heye. Lewma tevlîbûna li nava PKK'ê, piştevaniya bi PKK'ê re, meşa bi rêxistinî û sekna jin a azad a li nava PKK'ê ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê garantiya jiyana azad e. Mezinkirina vê têkoşînê li dora Rêbertî, jiyan û hebûna vê yekê, ji bo hebûna jinan nebe nabe. Bi rastî jî azadiya Rêbertî azadiya me ye, azadiya jinan e. Lewma divê têkiliya bi Rêbertî re hîn baştir bê dîtin, sîstema li Îmraliyê teqez bê şikandin û Rêbertî bê azadkirin. Ji bo bîranîna hevalên Sakîne, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez em şer mezin bikin, xweparastinê mezin bikin, avaniyên rêxistinbûyî ava bikin û bi vî rengî bi ser bikevin. Banga min li jinan hemûyan bi vî rengî ye. Di dema bê de wê çalakî bêne lidarxistin. Li Kurdistanê, li derveyê welat, li Ewropayê, li gelek deverên cîhanê wê çalakî bêne lidarxistin. Ji bo van çalakiyan jî banga tevlîbûneke xurt dikim. Ji bo têkoşîneke hîn demdirêj, têkoşîneke xurt a şoreşgerî û meşa li ser rêya hevala Sakîne bang li jinan hemûyan dikim ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Her kes dikare di nava vê têkoşînê de gelek tiştan bike. Destketî bi rastî jî dikare gelekî mezin û mayinde bêne kirin. Li ser vê bingehê bêguman dilsoziya xwe ya bi bîranîna hevalên xwe dixwazim careke din dubare bikim. Ne tenê şermezarkirin, em dibêjin ku em ê faşîzmê û îdeolojiya qirkirina jinê û gelan têk bibin. Di şexsê hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de bi hurmet, hezkirin û minetdarî bejna xwe li ber jinên azad ditewînim."