BI DÎMEN

Milîsên Sevda Serînyel ên HBDH’ê li Mêrsînê çalakî kirin

Milîsên Sevda Serînyel ên HBDH’ê ragihandin ku wan li navçeya Tarsûs a Mêrsînê li dijî şaxeke ayîdê zincîr market, çalakiya sabotajê kirine.

ÇALAKIYA MILÎSÊN HBDH’Ê

Milîsên Sevda Serînyel ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku wan li Tarsûsê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hûrgûliyên têkildarî çalakiyê hatin parvekirin û ev tişt hat gotin, “25’ê Kanûnê di derdora saet 09.45’an de, zincîr market a li Cadeya Çaglayan a li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Tarsûs a Mêrsînê, ji aliyê milîsên me ve hate hedefgirtin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku agir bi marketê ket û ziyaneke mezin dît û hat diyarkirin ku kargeheke din jî ya li heman taxê, zirar dîtiye.

Hat ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê ya 28’ê Kanûna 2011’an, hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê ti sûcê dewleta Tirk, bêceza nemîne û bang li hemû gelan, derdorên şoreşger û demokrat hate kirin ku ji bo astengkirina komkujiyên nû û têkbirina dîktatoriya faşîst, xwedî li wezîfeyên xwe yên dîrokî derbikevin, dakevin kolanan, çalakiyan lidar bixin û hesab bibirsin.