Jinên bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bîranîn

6 Jinên Kurd ên şoreşger ên ku bi destê dewleta Tirk li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin, li Êlihê hatin bibîranîn.

Sakîne Cansız (Sara) Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsa paytexta Fransayê di 9’ê  Çileya 2013’an de û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayîr jî di navbera salên 2015 û 2016'an de li navçeya Silopiyayê di êrîşên qirkirinê de hatibûn qetilkirin, li Êlihê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hate lidarxistin û gelek jin beşdarî merasîmê bûn.

Mehdiye Demîr a Hevseroka DBP'ê ya Êlihê di merasîmê de axivî û got: "Di destê me de rohahiyeke ku tarîtiyan ronî dike heye, hevrêyên me yên ku tarîtiyan ronî dikin hene. Em soz didin ku em ê li dijî zilmê bisekinin."

Mehdiye Demîrê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Em careke din diyar dikin ku em dê heta dawiyê li dijî polîtîkayên qirêj ên ku hewl didin van komkujiyan veşêrin, li ber xwe bidin. Em careke din zîhniyeta kujer û dijminahiya jinan dike, şermezar dikin. Me li ber xwe da û me serî netewand.  Me têkoşîneke bênavber nîşan da. Di vê tekoşînê de berdêl çi dibe bila bibe, em dê tu carî dev jê bernedin."

'JI JINAN DITIRSIN, EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN'

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncuyê diyar kir ku Komkujiya Parîsê di wextekî ku qala aştiyê dihat kirin de, pêk hat û ev yek anîn ziman: “Piştî komkujiya li Parîsê li Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û li nava kolanan komkujî pêk hatin. Dewleta ku li Parîsê gule berdan aştiyê, êrîş li jinan kir çimkî ji jinan ditirse. Ji tekoşîna jinan ditirsin. Em dê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Me soz daye jinên ku hatine qetilkirin, berdêla wê çi dibe bila bibe em dê li ber xwe bidin. Çareserî, niha li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ger hûn bixwazin dawî li vê xwînê were, hewce ye hevdîtinên Îmraliyê destpê bikin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, azadî” bi dawî bû.