BI DÎMEN

Qanûna Jinê li dijî zîhniyeta serdest hate derxistin - I

Qanûna Jinê di sala 2014’an de hate derxistin. Qanûna Jinê ku ji 27 bendan pêk tê mafên jinan diparêze û misoger dike. Her wiha di civakê de guherîn û veguherînê çêdike.

Jinan bi Şoreşa Rojava re bi awayekî çalak di hemû qadên civakê de cih girtin, di têkoşîna wekheviya zayendî û azadiyê de gavên girîng avêtin. Bi beşdarbûna aktîf a di qada siyasî û rêveberiyê de bûn xwedî gotin û xwe bi rê ve birin. Di heman demê de di qada aborî de bi awayekî aktîf cih girtin, karsaziya xwe ava kirin û azadiya aborî bi dest xistin. Jinên ku di warê perwerde û çandê de destkeftiyên girîng bi dest xistine, di perwerdehiyê de mafên wekheviyê bi dest xistine û di hemû beşên civakê de mafê çalakiyên olî û çandî yên azad bi dest xistine. Di bin banê Kongra Starê 8'ê Adara 2011'an de yekem car li Qamişloyê Mala Jinê hat vekirin. Mala Jinê yek ji destkeftiyên girîng e û weke pêngava yekemîn tê dîtin. Zagona Jinê ya ku di 27'ê Cotmeha 2014'an de bi pêşengiya Kongra Star hat qebûlkirin, mafên jinan misoger dike û diparêze. Bêyî ku xwe bispêre zîhniyeta serdest a mêr, pirsgirêkên civakê çareser dike, edalet û wekheviya civakê pêk tîne. Ev ji bo bidestxistina mafên jinan gava yekem hat avêtin.

Parêzer Aynur Paşa ya ku beşdarî nîqaşên Hiqûqa Jinê bû, di beşa yekem a dosyaya me de behsa nîqaşên Hiqûqa Jinê, erêkirin û pêkanînan ji roja ewil heta Qanûna Malbatê kir.

Aynur diyar kir ku di wê demê de Qanûna Jinê pêwîstiyek bû û wiha axivî: “Çima Şoreşa Jinê? Jinan di her qada şoreşê de şoreşek nû afirand. Di şoreşê de di warê leşkerî, civakî, siyasî û aborî de pêşeng bû. Ew li dijî kevneşopî û adetên civakê yan jî prensîbên civakî derket û di guhertinê de rolek lîst. Jinên ku di aliyê leşkerî, dîplomatîk û siyasî de pêşeng bûn, neçar bûn ku di aliyê civakî de azadiya xwe bi dest bixin. Kevneşop û adetên ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin, bandorên wê yên li ser jinan berdewam dikir, zextê li jinan dikir û bi awayekî xwezayî bandorên neyînî li ser aliyên din jî çêkir. Ji ber vê yekê di sala 2014’an de jinan di bin pêşengiya tevgera jinên herêmê Kongra Star (wê demê Yektiya Star bû) di nava partiyên siyasî yên serbixwe de hatin cem hev û biryar dan ku zagonên ku mafên jinan di nava malbat û civakê de misoger dike, çêbikin.”

PIŞTÎ TÊKOŞÎNEK MEZIN HAT ERÊKIRIN

Aynur destnîşan kir ku ji bo jin bi vîna xwe ya azad beşdarî hemû qadên civakê bibin, ji bo vê tevlêbûnê  bi dest bixin û biparêzin wê demê pêwîstî bi Qanûna Jinê hebû û wiha domand: “Ji bo rewakirina destkeftiyên jinan nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encama van nîqaşan de biryara derxistina Qanûna Jinê hat dayîn. Bi Qanûna Jinê re mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî hatin diyarkirin. Qanûna Jinê ya ji 27 xalan pêk tê, ji bo ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin diviyabû ji aliyê Meclîsa Gel ve bihata qebûlkirin. Wê demê kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanê hebûn.

Di dema ku şoreş nû geş dibû de zîhniyeta baviksalarî û nêzîkatiyên eşîrtiyê li Meclîsa Gel serdest bû, Qanûna Jinê tevahiya rojekê hat nîqaşkirin. Qanûn nehat qebûlkirin û nîqaş bê encam man. Jin li ser navê xwe biryaran bidin xweş nedihat dîtîn û pergala hevserokatiyê jî nehatibû fêmkirin. Li gorî pîvanên civakê nedihat dîtin. Zagona Jinê ya ku nehat erêkirin, ji komunan heta meclîsan, ji meclîsan heta kantonan ji aliyê tevgera jinan ve ji bo civak têbigihêje nîqaşan hat pêşkêşkirin. Piştî nîqaşên berfireh, Qanûna Jinê cara duyemîn pêşkêşî Meclîsên Gel hate kirin û di 27’ê Cotmeha 2014’an de li Cizîr, Efrîn û Kobanê hate qebûlkirin.

'JI BER CERIBANDINA YEKEM BÛ ZEHMETÎ HAT KIŞANDIN'

Aynur Paşa got ku di wê demê de û niha jî zîhniyeta serdest a mêr ku li ser madeyên pirzewaciyê, temsîliyeta wekhev a jin û mêr û ‘zewaca’ zarokan ku weke sûc tên hesibandin, dijberî heye.

Aynur Paşa da zanîn ku ji ber ku xalên Qanûna Jinê ya ku ji 27 xalan pêk tê bi zelalî nehatiye nivîsandin, di pirsgirêkên civakî yên ku gihiştine Dîwana Edaletê de gelek zehmetî hatin dîtin û wiha pêde çû: “Ji ber ceribandina yekem bû me gelek zehmetî kişand. Ji bo ku maddeyên diyarkirî bibin qanûn û ji aliyê dadgehan ve bên erêkirin ne vekrî ê ne zelal bûn û ji boqanûnî kirinê bi awayekî guncaw nehatibû nivîsandin. Van xalan îradeya jinan di parast û misoger dikir. Şêwaza rêxistinbûna jinan diyar dikir. Ew qanûn maf, erk û peywirên wan eşkere dikir û ji civakê re ragihandibû, lê dema ku mijar bû dadgeh, diviyabû ji aliyê meclîsê ve bihata pesendkirin û bibe qanûn.

Li ser vî esasî, rewşên ku dibin sedema dozê dê çawa bên ronîkirin û bi kîjan rêbaz bên bikaranîn ne diyar e. Dema hat gotin ku maf çawa û çi ne, ne diyar bû ku dê çawa bên parastin û li dijî neheqiyê dê çi encam derkeve. Di encama nîqaşên ku ji van beşên kêm derketin, qanûnên sûc û ceza hatin diyarkirin. Di salên 2014-2015’an de qanûnên sûc û cezayan nehatibûn avakirin. Ji ber vê sedemê vedigeriyan ser qanûnên sûc û cezayên ku ji aliyê rejîmê ve hatibûn derxistin.Ji ber vê yekê, hewceyî bi qanûneke nû ya sûc û cezayê hebû. Qanûna Sûc û Cezayê di sala 2016'an de hat temamkirin, bi ketina meriyeê re hin xalên ku di Zagona Jinê de tunebûn lû hatin zêdekirin.”

Sibe: Hiqûqa Malbatê ya ku civaka demokratîk ava dike - II