Femînîstên li Fransayê li dijî ‘cîhana zayendîparêz a kevn’ di çalakiyê de ne

Kolektîfa ku ji komeleyên femînîst pêk tên gotin, “Cîhana we ya berê bila ji we ra be, em cîhaneke ji tundiyê û zayendîperestiyê dûr dixwazin” û banga tevlîbûna çalakiyê kirin.

Kolektîfa Greva Femînîst, sê hefte piştî ku Serokkomar Emmanuel Macron destek da aktorê sînemayê Gerard Depardieu ku bi destavêtina zayendî dihat sûcdarkirin, vê Pêncşemê li gelek bajarên Fransayê bang tevlîbûna çalakiyan kir.

Kolektîfê got, “Em bang li hemû kesên ku mafê jin, zarok û hindikahiyên zayendî diparêzin dikin ku tevlî mitîngê bibin.”

Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku saet di 18:00’an de li Parîsê mîtîngek bê lidar xistin. Her wiha Marsîlya, Lîlle û Lyon jî di nav de wê li nêzî 30 bajaran mîtîng bên lidar xistin.

Emmanuel Macron di 20’ê Kanûnê de tevlî Kanala France 5 bû û bi gotinên “Aktorek mezin e ku Fransayê pê serbilind e” pesna Gerard Dapardieu ku bi destdirêjiya zayendî û tecawizê tê sûcdar kirin da û îdîa kir ku “nêçîrvaniya mirovan” tê pêk anîn.

Komeleyên Femînîst jî gotinên serokkomar li dijî maxdûrên tundiya zayendî weke “tif kirina ser rû” pênase kir û ji ber mijar hatî berovajî kirin nerazîbûnên xwe nîşan dan.