YJŞ'ê konferansa Zapatîstayê silav kir

YJŞ'ê salvegera 30'emîn a Raperîna Zapatîstayê silav kir.

Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) konferansa bi pêşengiya Hêzên Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) pêk hat, silav kir.

Di daxuyaniya YJŞ'ê de hate gotin, "Em gelên ku ji bo azadiya hebûn û welatê xwe têdikoşin bi rûmet dibînin û pîroz dikin. Di êrîşan hemûyan de hedefa destpêkê jin e. Weke jinên Êzidî me ev yek dît."

YJŞ'ê got, "Me azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît û fikrên wî kirin bingeh ji rêxistiniya xwe re."