Şehîdên Parîsê li Frankfûrtê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Parîsê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin bîranîn.

Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ên di 2013’an de li paytexa Fransa Parîsê hatin şehîdxistin, li pêş Balyozaxaneya Fransî ya li Frankfurt a  Elmanyayê mîtîng hate lidarxistin.

Mîtînga ku ji aliyê TJK-E Hessenê ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.


Du dosyayên li ser herdu komkujiyên Parîsê hatibûn amadekirin pêşkêşî rayedarên balyozxaneyê hatin kirin. Di mîtîngê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî" û “Şahîd namirin” hatin berzkirin.