Li Strasboûrgê ji bo şehîdên Parîsê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ji bo jinên Kurd ên şoreşger ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin şehîdkirin, meşek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Zîn li Qada Kleberê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di çarçoveya çalakiya bîranînê de li ser komkujiya Parîsê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin belavok hatin belavkirin.

Der barê têkoşîna jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de agahî hatin dayîn û astengiyên dewleta Fransayê ji bo edaletê derdixe hatin şermezarkirin.

Çalakgeran ji bo bîranîna şoreşgerên hatin şehîdkirin li Place Keleber kulîlk danîn, mûm pêxistin û wêneyên kesên di her du komkujiyên Parîsê de şehîd bûn hilgirtin.