Li Amedê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.
Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.
Li Taxa Korhat a navçeya Rezan a Amedê Pervîn Bal (45) ji aliyê hevjînê xwe N.B. (71) ve bi amûra birînê hate qetilkirin. Cenazeyê Balê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û faîl N.B. hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.