Aygul Dokû: Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye

Malbata Gulîstan Dokû ku 4 sal in aqûbeta wê zelal nebûye, hat Dersimê û banga "Gulîstan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe" kir.

Ji 5’ê Çileya 2020’an ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê agahî nayê wergirtin. Aqûbeta Dokûyê ya herî dawî li ber pastexaneyekê hate dîtin ku bi Zaynal Abarakov ê zirbavê wî polîs e re nîqaş dikir, tevî 4 sal bi ser re derbas bûne jî hêj nehate ronîkirin. 

Malbata Dokûyê ji ber salvegera bûyerê ya 4’emîn hate Dersimê. Dayik û bavên Dokûyê ewilî li edliyeyê bi dozger re hevdîtin kirin. Malbata ji dozger bersiva “em lêkolîn dikin” wergirt, li Qada Seyît Riza daxuyaniyeke kurt da. Xwişk Aygul Dokû wiha got: “Îro sala 4’êmîne ku Gulîstan tune ye. Di nava çar salan de tenê hejmar hatin guhertin. 1,2,3 sal çêbûn Gulîstan nîne, 4 sal çêbûn Gulîstan nîne. Gulîstan 4 sal in di nav tarîtiyê de ye. Yekane daxwaza me heye ku Abarakov were darizandin. Gulîstan ji vê tarîtiyê derkeve. Nasname, ol û zimanê vê êşê nîne. Ji ber vê yekê divê her malbata ku li vî welatî keçek heye xwedî li Gulîstanê derkeve. Em dixwazin xwedî lê were derketin. Bila ev tarîtî bi dawî bibe.”

Malbatê pişt re bi rayedarên Midûriyeta Polîsan a Bajêr re hevdîtinek kirin. Malbat dawiyê dê biçe walîtiyê.