Kongra Star: Em sala 2024'an bikin sala edalet û tolhildana şehîdan

Meclîsa Konrga Star şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anî û got, "Divê em destketiyên mezin bi dest bixin. Em sala 2024'an bikin sala edalet û tolhildana şehîdan."

Meclîsa Kongra Star bi minasebeta 11’emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ku ji aliyê îstîxbarata Tirk ve 9’ê Çileya 2013’an hatibû pêkanîn û pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) şehîd bibûn, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê û şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatibûn şehîdxistin hatin bibîranîn û komkujî hatin şermezarkirin. 

Di berdewama daxuyaniyê de li ser kesayeta şehîdên herdu komkujiyan hat rawestîn û hat destnîşankirin ku şehîdên komkujiyên Parîsê li dijî hemberî pergala kapîtalîs, hêzên faşîst û celadên wan serî netewandiye, ji bo avakirina netewa demokratîk têkoşînek bêhempa meşandine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongra Star wê li hemberî hêzên komploger û tarî têkoşîna xwe bilind bike û ev peyam hat dayîn: "Em bi soz didin ku em ê bi  binxistina hêzên nîjadperest û faşîst tola şehîdan hilînin. Li dijî komkujiyên Parîsê û hemû qirkirinên li hemberî gel û peşengên xwe em ê herdem li berxwe bidin û têkoşîna xwe bighînin asta herî jor. Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin. Divê em bi hemû hêza xwe û bi zanebûna ku xeta berxwedanê xeta jiyanê ye têkoşînê mezin bikin. Pêwîste em weke jin di qada polîtîk û civakî de serkeftinên mezin bi dest bixin. Tolhildana jinan xurtikirina hêz û zanebûna jinê ya polîtîk e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistin , înîsiyatîf û tevgerên jinan hat kirin ku sala 2024 bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana şehîdan.