Li Mexmûrê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di 11’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de bi meşeke girseyî komkujî şermezar kirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, şehîd Sara, şehîd Rojbîn û şehîd Ronahî yên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, bi meşeke girseyî bi bîr anîn.

Girseya gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiya û bi posterên KJK, PKK, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Komkujiya Parîsê ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî axivî.

Li Wargeha Mexmûrê jinan pêşengiya meşê kirin

Fîlîz Budak ku di şexsê şehîd Sara de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Komkujiya Parîsê peyama dagirkeran e. Bi vê komkujiyê re xwestin nîşan bidin ku ew ê nehêlin jin û ciwan li van xakan bijîn. Sara hevala, pêşenga tevgera jin û ciwanan bû. Heval Sara ji Dêrsimê heta zindanan bû pêşenga berxwedana jinan. Dagirker her tim xwe bi dagirkerî û qirkirinê ava kirine. Lê divê dagirker baş zanibin ku wê ti carî serkeftinê bi dest nexin. Em ê berxwedan û têkoşîna jina azad li her derê bimeşînin. Em ê di xeta heval Sara de bimeşin."

Fîlîz Budak herî dawî anî ziman ku şehîd Sara ji bo gel û jiyana azad têkoşiyaye û wiha domand: "Heval Sara digot, ‘Jiyana min her tim şer bû’. Nirxên bingehîn ên civakê parast û heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkoşîna xwe domand. Em heval Sara bi rêzdarî bi bîr tînin. Serkeftin wê her tim xeta jina azad be.”

Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşman belav bû.