Tevgera Hîlala Zêrîn şehîdên Parîsê bi bîr anî

Tevgera Hîla Zêrîn, jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku sala 2013'yan li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

Endamên Tevgera Çandê ya Jinan a Hîlala Zêrîn, di 11'emîn salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li Paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Di çalakiya bîranînê de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Hunergeha Zîlan Mecîd Welat ve hat xwedin.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Parîsê û siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, ên di dema qedexeya derketina derve ya sala 2016’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn û hate diyar kirin ku ew ê şopdarê şehîdan bin.

Zîlan Mecîd, da xuyakirin ku hedefgirtina siyasetmedarên jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wê îradeya wan neşkîne û got, "Jiyana Sakîne û hevrêyên wê, bi berxwedan û têkoşîna li dijî desthilatdariyê dagirtiye. Berxwedana wan rê li ber rizgariya jinan vekir û li cîhanê bû sembol."

Zîlan Mecîd, bibîr xist ku şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê xwe dispêre mîrateya dîrokî ya têkoşîna Tevgera Azadiyê û got, "Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan, şikandina îradeya jinê û têk birina xweseriya demokratîk e."

Zîlan Mecîd, bal kişand ser komkujiyên li dijî jinên berxwedêr û destnîşan kir ku ev komkujî nîşaneya dewamkirina polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinên Kurd û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Zîlan Mecîd di dawiyê de got, “Di ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn û rayedarên dewleta Tirk a dagirker li xwe mikur hatin ku wan ev komkujî bi rengekî plankirî pêk anîne. Tevî vê yekê jî dewleta Fransayê li dijî dewleta Tirk a dagirker helwestek nîşan neda. Dewleta Fransayê heta ku hesabê komkujiyê nede, nikare xwe ji vê hevkariyê xelas bike.''