BI DÎMEN

'Sara nîşaneya serketinê ye'

Gerîlaya YJA Starê Amara Ciwanro şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, "Her roja salê em ê hevalan bi bîr bînin, sekna hevalan jiyanî bikin, em ê tola wan ji dijmin bistînin."

Gerîlaya YJA Starê Amara Ciwanro bi wesîleya salvegera 11'an a Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Amara Ciwanro wiha dest bi axaftinên xwe kir; “Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê di şexsê hevalên Sara û Evîn de pêk hatin. Bi rastî jî ev komkujî tolhildana pergala kapîtalîzmê ya li hemberî Rêber APO bû. Bi awayekî şênber nîşanî gelê me dan ku di şexsê heval Sara û heval Evîn de çawa dikarin gelekî qetil bike, êrîş bike. Di esasê xwe de şehadeta heval Sara, heval Leyla û heval Fîdan tenê ne şehadeta sê hevrêyên me yên jin bû. Di şexsê heval Sara de Tevgera me ya azadiyê û PAJK hat hedef girtin. Di şexsê heval  Fîdan Dogan de pêşketinên me yên dîplomasiyê yên di asta navneteweyî de, tesîra me ya nav gelan û hestên APO’yî yên di nava gelan de belav bûye hate hedefkirin. Di şexsê heval Leyla de xeleka ciwanên ku li derdora Rêber APO kom dibûn û dixwestin Rêber APO biparêzin, bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe azadiya fîzikî ya Rêbertî misoger bikin, hate hedefkirin.

Di şexsê  Sara, Leyla, Fîdan, Evîn, Mîr Perwer, Abdurahman Kizil de ev êrîş li ser jin û ciwanên Kurd hate kirkiin. Di hedefê de jin û ciwanên Kurd hebûn. Li ser vê esasê tolhildana wan hevalan û tolgirtina ji pergalê bi rastî jî di kesayet, şexs û tevlêbûnê de ji me re, ji gelê me re û ji kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide re pêwîst dike. Ji ber ku têkoşîna wan hevalan tenê ne ji bo gelekî bû, tenê ne ji bo cinsekê bû, têkoşîna wan hevalan sekna ku ji Rêber APO girtî bûn. Têkoşîna gelekî bû, têkoşîna neteweyekê bû, têkoşîna hemû dilên ku ji bo azadiyê lê dida û têkoşînekî gerdûnî bû. Li ku dera cîhanê dilekê ji bo azadiyê lê dida têkoşîna wan bû, têkoşîna van hevrêyên me. Zarokên ku li çolên Emerîkayê, heta jinên ku li Efganistanê, li Efrîkayê, li Îranê şîdetê dibînin, bi zext û zilma dewletê re rû bi rû dimînin têkoşîna tolhildana wan jinan e."

Gerîlaya YJA-Star’ê Amara di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku qetilkirina Jîna Emînî nûkirina komkujiya li hemberî Sara (Sakîne Cansiz) bû û got; “Li ku derê dilekê ji bo azadiyê lê bide dagirker ji wan dilan ditirse û wan ji xwe re dike armanc. Di esas de şehadeta Jîna Eminî jî nûkirina qetilkirina heval Sara bû. Ji xwe fikir û felsefeya Rêber APO ya ‘Jin Jiyan Azadî ‘ her neteweyekê bi zimanê xwe û bi hêstên xwe, bi dilên xwe da nîşan dan ku îro têkoşîna me belavê her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê bûye. Ji her neteweeykê her mirovekê tîliyên xwe radikin û bi îşareta serketinê bang dikin, dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî!’ Ev yek jî nîşan dide ku fîkir û felsefeya Rêbertî çiqas gerdûnî bûye, nayê  sinordarkirin û pêşî lê nayê girtin.  Tiştên ku em ji heval Sara fêr bibin bi rastî ji pir zêde ye. Heval Sara di pirtûka xwe de dibêje ‘jiyana min her tim şer bû ‘ bi rastî heval Sara bi her kesî re şer kir. Li hemberê mejiyê dagirker şer kir, li hemberî mejiyê zilam şer kir, bi kevneşopiyên ku bi hezaran salan di nava civakê de mabû re şer kir, bi nefsê xwe re şer kir, bi hêstên xwe re şerekî dijwar kir. Sara li hemberî wan hemûyan têkoşîn kir. Heval Sara nîşana serketinê bû, nîşana zaferê bû. Heval Sara fîgura jina azad şênber kir. Êrîşa li hemberî heval Sara û heval Evîn ne êrîşeke ji rêzê bû. Êrîşek pir bi zanebûn bû. Çawa ku rêbertî bi zanebûyînê jina azad afirand, pergalê jî bi zanebûn jina herî azad a Rêber Apo afirandî hedef girt. Êrîşa li dijî wan hevalan li ser vê esasê bû. Heval sara ji bo me îfadeya têkoşînê ye, azadiyê îfade dike, derketinê îfade dike. Di wan şert û mercan de û heta roja me ya îro jî derketina jinekê ya li serê çiyayan bi rastî pir dijwar e. Lê belê di civaka me ya Kurdistanê de beriya 45 salan pêngaveke jinekê serê çiya ez bawerim hê dijwartir bû. Bi hezaran xelek û astengî hebûye ku ji bo jinek bikaribe tevli têkoşînê bibe. Heval Sara bi wan hemû astengiyan re têkoşiya û dengê dilê xwe guhdar kir. Pêvajoyê ku ji bo jinekê pir tercîhên cuda di nav pergalê de hebûn, heval Sara berê xwe da nav şoreşê. Ji bo vê li kêlêka têkoşînê ji bo her jinekê hestên şoreşê îfade dike. Weke hevrêyên wê dibe ku me hevala Sara nedîtibe, em heval Sara nebînin jî em her kêlî wê di dilê xwe de didin jiyankirin. Weke hevrêyên heval Sara, Leyla û Fîdan ên têkoşînê em soza xwe dubare dikin. Em her sal di vê rojê de tenê ne roja qetlîamê, her roja salê em hevalan bi bîr bînin, sekna hevalan jiyanî bikin, em ê tola wan ji dijmin bistînin."