JIN
Hemû Nûçe
-
YPJ’iyên bi ken û tilîliyên xwe taritiyê ronî dikin
Jinên YPJ’ê DAIŞ û paşverûtiya wê bi tilîliyan mahkûm dikin û bi tarîtiya DAIŞ’ê bi kenên xwe ronî dikin. -
Bernameya 8'ê Adarê ya Nisêbîn, Mêrdîn û Amedê diyar bû
Bernameya Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê diyar bû. -
Ber bi qutibûna herî talûke
Prz. Aydenîz Alîsbah Tûskan, diyar kir ku li Tirkiyeya her roj pênc jin tên qetilkirin, Ozgecan Aslan a 20 salî ya bi awayekî hovane hat qetilkirin merheleya herî dawî ye. -
Yuksekdag: Tevayî berxwedanên jinan rewa ne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag, diyar kir ku polîtîkayên dewletê ji qetlîamên jinan berpirs in û got, "Îsyan heq e û wê jin hê zêdetir îsyan bikin. Tevayî berxwedanên jinan rewa ne. Îsyan li Meclîsê û kolanê jî rewa ye.” -
Kişanak: Em ê dawî li saltanata AKP’ê bînin
Kongreya Jinên Azad (KJA) li Amedê daxuyaniyek da û êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên jin ên HDP’î şermezar kir. -
Şervana YPJ’ê Kalkan ji aliyê jinan ve hat definkirin
Şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) ji aliyê jinan ve hat definkirin. -
Meclîsa Jinan a DBP’ê êrîşa li dijî parlamenterên jin şermezar kir
Meclîsa Jinan a DBP’ê ya der barê şîdeta li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên jin ên HDP’ê pêk hat daxuyaniyek da, êrîş şermezar kir. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Ozgecan
Qetilkirina Ozgecan Aslan piştî destavêtinê, li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li bajarên Awûstûrya St. Polten û Viyana, li bajarên Fransa Lorient û Bordeaux û li bajarê Hollanda Den Haagê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Şervana YPJ’ê Silav wê li Wanê bispêrin axê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) a ku di operasyona paqijkirina gundên Kobanê de li gundê Girikê, 16'ê Sibatê jiyana xwe ji dest da anîn Amedê -
‘Li şûna pakêta ewlekariya hundir ji bo pakêta ewlekkariya jinê bicivin’
Parlamenterên HDP'ê yên jin ên ku li Meclîsê civîn li dar xistin, xwestin meclîs bi awayeke awarte li şûna paketa ewlehiyê ji bo pateka ewlehiya jinan misoger bike bicive. -
DBP’ê banga çalakiyên şermezarkirinê li jinan kir
Meclîsa Jinan a DBP’ê, têkildarî êrîşa li Meclîsê ya li hember wekîlên jin ên HDP’yî daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang li jinan kir ku tevlî meşên şermezarkirinê bibin. -
KJA êrîşa li dijî wekîlên HDP'ê şermezar kir, banga li jinan kir
KJA'yê destnîşan kir ku êrîşa li dijî wekîlên HDP'yî di heman demê de êrîşa li dijî xeta azadiya jinê ye. KJA êrîş şermezar kir û ji bo protestokirina 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' û êrîşê banga daketina qadan li jinan kir. -
Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan êrîşa li dijî wekîlên HDP'ê şermezar kir
Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan, bi daxuyaniyekê êrîşa parlamenterên AKP'ê ya li dijî parlamenterên HDP'ê şermezar kir. -
‘Komara T.C.awiz’
Li Amedê bi sedan xwendekarên bi rêya tevna civakî hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên, “Komara T.C.awiz”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin. -
Hevsera xwe qetil kir û cesedê wê parçe kir
Li Uskudarê kesê bi navê Tahîr K. hevsera xwe qetil kir. -
Jinan xwest Komkujiya Parîsê ronî bibe
Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê, ji bo sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, duh çalakiya edaletê pêk anîn. -
Fermandara YPJ'ê Kobanê: Dijderketina li komkujî û tecawizê bi parastina cewherî dibe
Fermandara YPJ'ê Kobanê der barê tecawiz û qetilkirina Ozgecan Aslan de got, "Ozgecan ev yek bi tenê nîşan da. Rêya yekane ya dijderketina li tecawiz û komkujiyên jinê, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ye." -
‘Çanda tecawizê ya Ozgecan qetil kir bavê faşîzmê ye’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk, qetilkirina Ozgecan Aslan a li Tarsûsê nirxand û got, “Ev êrîş êrîşeke faşîst e. Faşîzm ji xwe îdeolojiya herî bilind a mêrantiya serdest e.” -
Li Stuttgart, Munchen û Amsterdamê çalakiyên edaletê
Li bajarên Elmanyan Stuttgart, Munchen û bajarê Hollanda Amsterdamê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin. -
Li Hannover û Kolnê protestoya Ozgecan
Li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, qetilkirina Ozgecan Aslan bi hovîtî, hat protestokirin. -
Jinên Sertê ji bo Ozgecan li qadan bûn
Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi awayekî hovane qetilkirina Ozgecan Aslan, li Sêrtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. -
Wekîlên jin ên HDP’yî bertekek tund nîşanî Elîtaşê AKP’yî dan
Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel nerazîbûnek tund nîşanî Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîtaş ê duh bi şev li Meclîsê êrîşî wan kiribû dan -
Ji bo Ozgecan bêdengî
Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, vê Çarşemê jî daxwaza edalet û ronîkirinê hat dubarekirin. -
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê qetilkirina Ozgecan şermezar kir
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir. -
Komkujiya jinê li Mêrdînê bi meşekê hat protestokirin
Di kesayetiya Ozgecan Aslan de li dijî tevahiya komkujiyên tên serê jinê, li Mêrdînê bi pêşengiya jinê bi sedan kes ji du baskan ve meşiyan.