‘Li şûna pakêta ewlekariya hundir ji bo pakêta ewlekkariya jinê bicivin’
Parlamenterên HDP'ê yên jin ên ku li Meclîsê civîn li dar xistin, xwestin meclîs bi awayeke awarte li şûna paketa ewlehiyê ji bo pateka ewlehiya jinan misoger bike bicive.
Parlamenterên HDP'ê yên jin ên ku li Meclîsê civîn li dar xistin, xwestin meclîs bi awayeke awarte li şûna paketa ewlehiyê ji bo pateka ewlehiya jinan misoger bike bicive.
Parlamenterên HDP'ê yên jin ên ku li Meclîsê civîn li dar xistin, xwestin meclîs bi awayeke awarte li şûna paketa ewlehiyê ji bo pateka ewlehiya jinan misoger bike bicive. Jinan bal kişandin li ser gotinên AKP'ê yên şîdetê zêde dike û anî ziman ku piştî bûyerên duh li meclîsê qewimîn Serokwezîr ji ber gotinên xwe lêborîn nexwestiye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel û parlamenterên HDP'ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane û Gulser Yildirim li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hate xwestin ku bi awayeke awarte li şûna paketa ewlehiyê ji bo pateka ewlehiya jinan misoger bike bicive û nîqaş bike.
Yuksekdag a di civînê de axivî anî ziman ku ew weke jin têkîldarî pêşketinên di demên dawî de qewimîne pêwîstî bi civînê dîtine û îxtidar maf û azadiyên jinan nedîtî ve tê gotinên xwe yên polîtîk ên rojane bi jinan ve girêdide. Yuksedag bi lev kir ku piştî qetilkirina Ozgecanê pêşketinên nû çêbûne û hêrsa jinan wekî ku teqiya ye ev yek di têkoşîna jinan de nîşan dide ku merhaleyeke nû destpêkiriye.yuksekdag got ku mekanîzmayên polîtîk en îxtidarê divê tiştên ku diqewimin baş bixwîne û wiha berdewam kir: "Bi rojan e beşên civakî kolanan bi çalakiyan dagir dikin, di van rojan de bihistiyariya civakê ya ji bo şîdeta li hemberî jinan pêşketiye. Ev nîşan dide ku pêwîstiya azadiya jinan çiqas pêwîstiyeke cidî ye. wijdan evqas li ser piyan e ya girîng jî saziyên siyasî dê helwesteke çawa nîşan bidin."
'KÊR GIHÎŞT HESTÎ'
Yuksekdag got ku wan partiyên siyasî hişyar kirine û ji bo ku di çarçoveya daxwaza maf û azadiyên jinan de sekna polîtîk nîşan bidin û nirxandina "kêr gihîştiye hestî" kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kêrê êdê damarên civakê birîye. Evqas êrişên li dijî jinan nîşan dide ku civak riziyaye û divê saziyên siyaset îro ji bo çareseriya pirsgirêkê tevbigerin."
Yuksekdag diyar kir ku ew wekî partî di navenda têkoşîna ji bo jinan tên dayîn in û îro jî heman seknî xwe diporêzin. Yuksekdag wiha pê de çû: "Ev pirsgirêk tenê nekeva li ser milê HDP'ê divê îxtidar berpirsyariyete zelal bigire li ser milên xwe." Yuksekdag ani ziman ku divê AKP'ê di meclîsê de berpirsyariyê bigire li ser xwe û wiha got: "Meclîs divê ji bo pêkanîna ewlehiya jiyana jinan bi awayeke awerte kom bibe. Di vê civînê de nirxandinên berfireh bên kirin û paketên çareseriye bixin dewreyê."
'HER ROJ 3 JIN TÊN KUŞTIN'
Yuksekdag destnîşan kir ku AKP di bin navê paketa ewlehiyê de dixwaze civakê bigire bin tehakumê û bi bîr xist ku her roj 3 jin tên qetilkirin, peywira bingehîn a meclîsê pêkanîna ewlehiya jiyana jinan e. Yuksekdag da zanîn ku dema ku van tiştan diparêzin rastî şîdeta îxtidarê tên û bûyerên ku duh li meclîsê qiwimîn bi bîr xist. Yuksekdag got ku di rûniştina ku şîdet dihat nîqaşkirin de AKP'ê nîşan da ku şîdet çawa hakîmî wan bûye û êrîşî Pervîn Buldan û Sabahat Tuncelê kirine û wiha berdewam kir: "Bi awayeke zelal derketiye holê ku şîdeta li dijî jinan bingeha xwe ji kû derê digire. Berpirsyarê şidetê jibilî AKP'ê wêdetir kes nîne."
'JIN WÊ ÇAWA BAWERIYA XWE BI LÎDEREK WISA BÎNIN?’
Yuksekdag diyar kir ku Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya şermezarkirina qetilkirina Ozgecanê de li hemberî parlamenterên jin gotinên nefretê bi kar aniye û ev pirs kir: "Ma wê jin çawa baweriya xwe bi lîderke wisa bînin., jin wê çawa canê xwe emanet bikin". Yuksekdag anî ziman ku jin li hemberî vê ferasetê têdikoşin û got ku îktîdara siyasî xwedî li mafê jiyanê ya jinan dernakeve. Yuksekdag gotina Erdogan a ku di dema serokwezîrtiya xwe de anîbû ziman a wekî "Ma jin e yan jî keç e" bi bîr xist û wiha pê de çû: "Bi daxwaza jiyanan ya jiyanê nelîzin. Nebêjin em ji wekheviya jinan 'bawer dikin' an jî 'bawer nakin'. Dest ji zimanê ku tundî û nefreta li hemberî jinan zêde dike berdin."
Yuksekdag destnîşan kir ku wan derbarê vê mijarê de gelek caran pêşnûmeqanûn dane meclîsê û got ku herî dawî ji bo avakirina Wezareta Jinan pêşnûme dane meclîsê. Yuksekdag da zanîn ku di komîsyona lêkolînê ya li dijî tundiya jinan de ew bi israr in û da zanîn ku AKP di nava hewldana astengkirina vê komîsyonê de ye. Yuksekdag got ku divê meclîs bi awayekî awarte bicive û anî ziman ku divê ji bo avakirina Wezareta Jinan jî dest bi xebatê bikin.
‘BI DESTÊN XWE CEZA LI AKP'Ê BIBIRIN'
Yuksekdag bilêv kir ku bi têkoşîneke bêhempa dikarin cezayê AKP'e bi destên xwe lê bibirin û wiha domand: "Ev feraseta ku pê re rû bi rû mane salên 90'î tîne bîra mirovan. Di wê demê de kesên ku bi îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest dane di girtekan de wekî 'Xwe bi xwe derb kiriye, lingê wî şemitÎ û ket xwarê' derbas dibe. Niha jî li hemberî parlamenterên me heman gotinan bi kar tînin"
Piştî Yuksekdag Sebahat Tuncel axivî. Tuncel got ku ew daxwaza bila meclîs tenê bi rojeva jinan bicive dikin û da zanîn ku Ozgecan nîqaşa veguherîna feraseta zilaman xistiye rojevê. Tuncel bûyerên ku li meclîsê hatin jiyîn jî bi bîr xist û got ku daxuyaniyê Serokwezîr ên li ser agahiyên parlamenterên wan pêk hatiye rewşek xetere derxistiye holê. Tuncel xwest ku meclîs li ser gotinên zayendîparêz lêkolînê bike û gotina serokwezîr "Jinbûna xwe bi kar tînin û meclîsê ber bi tevliheviyê ve dibin" bi bîr xist û got ku AKP bi pêşxistina vê polîtîkayê hewl dide tundiya li ser jinan dijwartir bike.
‘DI SERDEMA AKP'Ê DE TUNDÎ JI HEZARÎ HEZAR Û 400 ZÊDETIR BÛYE'
Tuncel anî ziman ku di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinan ji hezarî hezar û 400 zêdetir bûye û daxuyand ku AKP jinan wekî kesayetên xweser jî nagire dest û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Bila Davutoglu li xwe binêre. Em parlamenterên jin ên xweser, ji gelek parlamenterên li parlamentoyê ne bêhtir deng wergirt û em hatin meclîsê. Em jin û mêr li meclîsê xebatên xwe dimeşînin. AKP bi gotina 'Çi karê te li wir heye' li xwe mikur hat. Ya rastî çi karê te li wir heye. Ev gotina wî gotineke faşîzan e. Divê Davutoglu ji ber vê nêzîkatiya xwe lêborînê bixwaze. Em baş zanin bê AKP çawa êrîşî jinên têkoşer dike."
‘BILA ÎSLAM ÎSTÎFA BIKE Û REXNEDAYÎNA XWE BIDE'
Tuncel derbirî ku divê Wezîra Polîtîkayên Sosyal û Malbatê Ayşenur Îslam ji peywira xwe îstîfa bike û got ku divê destên xwe ji vî karî bikşîne û rexnedayîna xwe bide. Tuncel anî ziman ku bi saya têkoşîna jinan gavên erênî tên avêtin û wiha got: "Dê teqez meclîs were guhertin."
‘REWŞA KU ELÎTAŞ KETIYÊ XETEREYE'
Pervîn Buldan jî li ser pirsa rojnamegeran HDP der barê Parlamenterê AKP'ê Mustafa Elîtaş de serlêdanê bike yan na jî ev tişt anî ziman: "Niha biryareke me ya bi vî rengî tune ye. Lê divê ew lêborîna xwe bixwaze. Ew raya giştî berevajî beralî dike. Rewşa ku ew ketiyê xetereye. Dibe ku em di pêşerojê de tiştên ku derbarê wî de bikin raya giştî aşkera bikin."