Ber bi qutibûna herî talûke
Prz. Aydenîz Alîsbah Tûskan, diyar kir ku li Tirkiyeya her roj pênc jin tên qetilkirin, Ozgecan Aslan a 20 salî ya bi awayekî hovane hat qetilkirin merheleya herî dawî ye.
Prz. Aydenîz Alîsbah Tûskan, diyar kir ku li Tirkiyeya her roj pênc jin tên qetilkirin, Ozgecan Aslan a 20 salî ya bi awayekî hovane hat qetilkirin merheleya herî dawî ye.
Prz. Aydenîz Alîsbah Tûskan, diyar kir ku li Tirkiyeya her roj pênc jin tên qetilkirin, Ozgecan Aslan a 20 salî ya bi awayekî hovane hat qetilkirin merheleya herî dawî ye.
Piştî Ozgecan Aslan bi awayekî hovane hat qetilkirin, şideta li hember jinê û gotinên siyasetmedaran ên li dijî jinan rola di vê şidetê de careke din anî rojevê. Endama Desteya rêveber a ji Mafê Zarok û Jinan Berpirsyar a Baroya Stenbolê, Parêzer Aydenîz Alîsbah Tûskan, qetilkirina Ozgecan Aslan û şideta li hember jinê ji ANF’ê re nirxand.
Tûskan anî ziman ku di dema hikûmeta AKP’ê zêdebûna şideta li hember jinan de gotinên siyasetmedaran ên li dijî jinan di zêdebûna şideta li hember jinan rol dilîze, faktoreke din a girîng jî guhertina di pergala perwerdeyê de ye. Tûskan da xuyakirin ku bi pergala perwerdeyê ya 4 + 4+ 4 û ya mecbûrî cudatiya di navbera zarokên keç û kur de kûr kiriye, ev pêşveçûn bi temamî di nav civakê de di qutibûna navbera jin-mêr de bandorek kiriye.
Prz. Aydenîz Alîsbah Tûskan, diyar kir ku li Tirkiyeya her roj pênc in tên qetilkirin, Ozgecan Aslan a 20 salî ya bi awayekî hovana hat qetilkirin merheleya herî dawî ye. Tûskan got ku şideta li hember jinê di dema hikûmeta AKP’ê de hê zêdetir bûye, sedema vê ya herî esasî jî gotinên siyasetmedaran ên li dijî jinan e. Tûskan, anî ziman ku serokkomarekî dibêje, “Jin û mêr ne weke hev in” ku welat bi rê ve dibe, dibe sedem ku her roj şideta li hember jinê zêde bibe.
Tûskan da xuyakirin ku merheleya herî dawî nîşan dide bê civak çiqasî meyildarê şidetê ye, li gel faktorên aborî, civakî û çandî, kêmasiya perwerdeyî jî ev şidet derxistiye holê. Tûskan da xuyakirin ku bi pergala perwerdeyê ya 4 + 4+ 4 û ya mecbûrî cudatiya ya hikûmeta AKP’ê aniye di navbera zarokên keç û kur de kûr kiriye. Tûskan, got ku ji ber vê perwerdeyê tenê di sala 2014’an de 260 hezar zarokên keç ji perwerdeyê hatine girtin. Tûskan da xuyakirin ku îro li Tirkiyeyê ji 38 mîlyon jinan 24 mîlyon dibistana seretayî xwendine, 2 mîlyon û 200 hezar jinan qet nexwendine û di encameke wiha de ji perwerdeyê wergirtina zarokên keç wê encamên pir xeter derxe holê.
EGER PERGALA PERWERDEYÊ JINAN LI MALÊ HEPS BIKE
Tûskan ev xeterî wiha şîrove kir: “Zarokeke keç a piştî pola 4, ji dibistanê tê wergirtin, di temenê zaroktiyê de tê zewicandin. Jin bihêz nabe û nabe xwedî pîşe. Ji ber jin bihêz nabe, nabe xwedî gotin, li malê dimîne û zarokan tîne dinyayê. Jixwe bi pergala perwerdeyê re ev tê armanckirin.”
Tûskan got “Ji bo keç û kur hevdu nas bikin perwerdeya têkil şert e” û diyar kir piraniya sûcên cinsî kesên cinsê dijber wek metayeke cinsî dibînin pêk tînin. Tûskan anî ziman ku ji ber vê pêwîst e demldest pergala perwerdeyê bê guhertin, perwerdeya mecbûrî lê bênavber pêk were. Tûskan, da xuyakirin ku bi qasî nirxên olî were dîqetkirin, li gor pergala laîk û hiqûqî her tevger li gor nirxên olî nekare bê nirxandin.
KESÊN QANÛNAN PÊK NAYÎNIN DARVEKIRINÊ NÎQAŞ DIKIN
Tûskan got, “Eger hûn bixwazin civakekê paşde bibin destpêkê hûn ê mafên jinan kêm bikin” û diyar kir li Tirkiyeyê di bin navê muhafezekariyê de konsepta ku jinê di malê heps dike dikin meriyetê. Tûskan destnîşan kir ku ji ber jin di nav malê de wek a zarokan tîne dinyayê û wek metayeke cinsî tê dîtin navê Wezareta Jinan hat guhertin û kirin Wezareta Karên malbat û Civakî. Tûskan diyar kir ku gotinên Serokkomar Erdogan ên li hember femînîstan jî yek ji xelekên vê konseptê ye û Erdogan aşkera li ser navê ol bi awayekî aforozkirinê cudatiyan dike. Tûskan da xuyakirin ku ev ne tenê beşên cuda yên civakê, jin û mêran jî ji hev qut dike û got, “Pêwîst e mirov destpêkê gotinên xwe, zimanê xwe rast bike û paşê vê şidetê ji holê rake.”
Tûskan destnîşan kir ku Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan îmze kiriye, gelek qanûn guhertine, lê tevî vê jî qanûn nayên pêkanîn û di rewşeke wiha de cezayê darvekirinê ya şideta li hember şiddetê ye tê nîqaşkirin.
Tûskan anî ziman ku şideta li hember jinê ne pirsgirêka jinê, pirsgirêkek demokrasî û mafê mirovan e, vê pirsgirêkê ne tenê jin divê tevayî civak çareser bike û dema jin û mêr bigihêjin asta wekhev wê civak pêş bikeve.