YPJ’iyên bi ken û tilîliyên xwe taritiyê ronî dikin

Jinên YPJ’ê DAIŞ û paşverûtiya wê bi tilîliyan mahkûm dikin û bi tarîtiya DAIŞ’ê bi kenên xwe ronî dikin.

Li Kobanê operasyonên paqijiyê didomin û jinên YPJ’ê ku li dijî zîhniyeta ku jinê wek xenîmeta şer dibîne, têkoşînek bêhempa dimeşînin û DAIŞ’ê mahkumê tilîliyên xwe dikin, bi kenên xwe tarîtiya DAIŞ’ê ronî dikin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyan piştî azadkirina Kobanê bi operasyonên azadkirina gundan di roja 160. de berdewam dike. Şervan li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê pêşveçûnên xwe didomînin û şervanên YPJ’ê jî ku sembola berxwedana Kobanê ne rêxistinkirina azadiya xwe berdewam dikin. Sekna xwe ya cesarete û biryar di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de derxistin holê di eniyên herî pêş ên operasyonên paqijiyê de li dijî DAIŞ û paşverûtiya wê berxwedana xwe didomînin. Şervanên YPJ’ê ku di eniya herî pêş a avakirina jiyana azad de cih girtin, li dijî zîhiniyeta ku jinê wek xenîmeta şer dibînin berxwedanê dihûnin, rûtinên wan ên rojane yên li eniya şer jî balê dikişînin. Jinên YPJ’ê ku li mewziyan nobetê digirin, ligel ne eniyê de hewcedariya hemû jiyanê pêşwazî dikin.

ÇETEYÊN JI TILÎLIYÊN JINAN DIREVIN

Jinên YPJ’ê bi kenên xwe tarîtiya DAIŞ’ê ronî dikin, piştî bi dawîbûna nobetê agir pê dixin û li dora agir çayê dem dikin û her şervanek pêvajoya serketina Kobanê vedibêje. Di dema axaftinan de yek ji şervana jin Dîrok Kobanê diyar dike ku di dema pevçûnan de çeteyan dengê tîlliliyan yên ji mewziyên jinan bilind bûye bihistine û reviyane. Li ser vê gotina Kobanê hemû jin keniyan.

LI SER REXT Û ÇEKAN WÊNEYÊN OCALAN

Şervanên jin ên li ser çek û rextên wan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, bi bantên kesk, sor û zer yên li serê wan balê dikişînin. Her şervaneke jin wêneyên hevalên xwe yên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hiltînin.

DIVÊ BI PARASTINA CEWHERÎ BIBIN BERSIV

Ligel ku li eniyê de di rojeva wan de kuştinên jinan a li Tirkiyeyê heye. Şervana YPJ’ê Avesta bal kişand ser kuştinên jinan ên demên dawî, rola jinê ya li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û got ku li dijî şîdeta li hember jinê ancax bi parastina cewherî dikare bersiv bê dayîn.

MIZGINIYA AZADIYÊ WÊ BI TILÎLIYAN  BIDIN

Şervanên YPJ’ê ku DAIŞ bi tilîliyên xwe mahkum kirine, enî bi enî pêşve diçin û mizgniya azadiyê bi tilîliyên xwe didin.