Meclîsa Jinan a DBP’ê êrîşa li dijî parlamenterên jin şermezar kir
Meclîsa Jinan a DBP’ê ya der barê şîdeta li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên jin ên HDP’ê pêk hat daxuyaniyek da, êrîş şermezar kir.
Meclîsa Jinan a DBP’ê ya der barê şîdeta li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên jin ên HDP’ê pêk hat daxuyaniyek da, êrîş şermezar kir.
Meclîsa Jinan a DBP’ê ya der barê şîdeta li Meclîsê ya li hemberî parlamenterên jin ên HDP’ê pêk hat daxuyaniyek da, şermezar kir. Meclîsê da zanîn ku gotinên zîhniyeta ku dibêje ‘Em ê dest ji kujerên Ozgecan bernedin’ rastiyê îfade nake. Her wiha daxuyaniyên piştî bûyerê pêk hatin û tiştên hatin gotin, ‘Jinan bikar tînin û provoke dikin’ jî rastî daxistina tahrîka cezayê tê û heman zîhniyet e.
Meclîsa Jinan a DBP’ê der barê êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên HDP’ê yên jin ku di dema hevdîtinên, 'Qanûna Ewlekariya Hundirîn’ de pêk hat daxuyaniyek da û êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawî de zîhniyeta serdest dîsa zindî bûye û zîhniyeta serdestya mêr bi rêxistina terorê DAIŞ’ê re carek din rabûye ser piyan û ev li her qadê tê dîtin. Hat gotin ku li welat li aliyekî tacîz, tecawiz zêde bûye û li aliyê din jî bi şîdeta fizîkî jinan tine dike.”
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DBP’ê wiha berdewam kir: “Qetilkirin, taciz û tecawiza li hember jinan bi polîtîkayên dewletê re eleqedar e. Em zîhniyeteke ku rastiya berevajî dike û şîdeta pêk tê li gorî başiya mêran îzah dikin re rû bi rû ne. Hikûmeta ku li aliyekî der barê bedena jinan de, der barê ku çend zarokan bîne dinê de fikr dest nîşan dike, li aliyê din jî polîtîkayên xwe yên ku jinê hepsê malê dike, nahêle li ser bedena wê mafê wê hebe, derdixe. Bi qanûnên ku pêk tînin jî ‘daxistina tahrîkê ya cezayê’ şênber dike.”
ÊRÎŞA LI DIJÎ PARLAMENTERÊN JIN ENCAMA POLÎTÎKAYA KU DIŞOPÎNIN
Hat gotin ku êrîşa li dijî parlamenterên HDP’ê encama polîtîkayên ku dimeşîne ne û got: “Jin bi polîtîkayeke hikûmetê ya ji bo şîdetê li hember jinan pêk bînin li hincetan digerin re rû bi rû ne, dema hinceta nebînin jî di nava hewldanên afirandina hincetê de, rû bi rû ne.
Şîdeta li dijî jinên gihiştiye asteke dijwar û di mekanîzmaya rêveberiya paye bilind de jî li dijî jinan şîdet pêk hatiye. Zîhniyeta ku li Meclîsê şîdetê li dijî jinê pêk aniye gotinên wê yên ‘em ê şopa kujerên Ozgecan bernedin’ rastiyê îfade nakin. Gotina ku piştî tiştên hatin jiyîn ya wekw ‘Jinan bikar tînin û derdorê provoke dikin’ jî bi zîhniyeta daxistina tahrîka cezayê pêk tîne re hemane. Ev êrîşa li Meclîsê pêk hatiye ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em wek jinan wê ji vir şûnde bi desthilatdariyê re têbikoşin. Em li qadan di protestoyan de bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî meş û çalakiyên protestoyî bibin.”