Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi Serokê TBB’ê re civiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re civiyan.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re civiyan.
Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan re hevdîtin kirin. Di hevdîtina li TBB’ê de, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin û ji xeynî mijara xespkirina şaredariyan, meseleyên hiqûqî jî hatin nirxandin.
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê wê li Navenda Giştî ya DEVA Partiyê bi Alî Babacan re jî hevdîtinê bikin.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar, bê lidarxistin.