Ji bo Ozgecan bêdengî

Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, vê Çarşemê jî daxwaza edalet û ronîkirinê hat dubarekirin.

Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, vê Çarşemê jî daxwaza edalet û ronîkirinê hat dubarekirin. Di çalakiya edaletê ya li Parîsê de Kurdistaniyan ji bo qetilkirina Ozgecan Aslan protesto bikin, di tevahiya çalakiyê de devê xwe bi banta reş girtin.

Kurdistanî û jinên endamên SKB, saet di 14:00 de li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev, banta reş bi devê xwe ve kirin û meşiyan. Çalakgerên flamayên ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin, bi bêdengî heta ber avahiya bi hetama 147 a semta Saint Denis a Parîsê meşiyan.

Li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê çalakgeran ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û Ozgecan Aslan deqeyek rêz hat girtin. Kurdistaniyan diyar kirin ku di ser komkujiya Parîsê re du sal derbas bûne lê belê hînê nehatiye ronîkirin û destnîşan kirin ku komkujiya li jinan tê kirin jî bê navber dewam dike.

Jinan ragihandin ku qetilkirina Ozgecan bi awayekî hovane nîşan dide, ku qirkirina jinê li Tirkiyeyê gihaştiye kîjan astê.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû û ji bo meşa 8'ê Adarê saet di 14:30 de li Meydana Republique destpê bike, banga tevlîbûnê hat dubarekirin.