Li Stuttgart, Munchen û Amsterdamê çalakiyên edaletê
Li bajarên Elmanyan Stuttgart, Munchen û bajarê Hollanda Amsterdamê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanyan Stuttgart, Munchen û bajarê Hollanda Amsterdamê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanyan Stuttgart, Munchen û bajarê Hollanda Amsterdamê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgartê, di çalakiya edaletê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ve hat lidarxistin de, qetilkirina Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê bi awayekî hovane, hat şermezarkirin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê ya li pêşberî Lider Halleyê de, flameyên ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û pankartên komkujiya Parîsê şermezar dikin hatin hildan.
Li ber Konsolosiyê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û Ozgecan Aslan deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku tevî du sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî komkujî hînê nehatiye ronîkirin. Axaftvanan her wiha ragihandin ku komkujî û tecawiza li dijî jinê di dema hikûmeta AKP'ê de bi du qatan zêde bûye.
Çalakgeran destnîşan kirin ku qetilkirina Ozgecan Aslan bi awayekî hovane nîşan dide ku çanda tecawizê û qirkirina jinê li Tirkiyeyê gihaştiye kîjan astê.
Çalakî bi banga tevlîbûna meş û mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dawî bû.
MUNCHEN
Li bajarê Munchenê jî mîna her Çarşemê duh jî li ber Konsolosiya Fransayê çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hat lidarxistin. Di axaftinên li komkujiyê de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê ya du salan nayê fêm kirin. Çalakvanan komkujiya Parîsê careke din şermezar kirin.
AMSTERDAM
Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî bi daxwaza aşkerakirin kiryarên komkujiya Parîsê çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez belavokên bi zimanên Îngilîzî û Elmanî hatin belavkirin.