‘Komara T.C.awiz’
Li Amedê bi sedan xwendekarên bi rêya tevna civakî hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên, “Komara T.C.awiz”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.
Li Amedê bi sedan xwendekarên bi rêya tevna civakî hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên, “Komara T.C.awiz”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.
Mîna li tevayî Tirkiyeyê, li Amedê jî ji bo xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan bertek tên. Bi sedan xwendekarên bi rêya tevna civakî hatin cem hev, hovîtî bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên, “Komara T.C.awiz”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin.
Li Amedê bi sedan xwendekarên bi rêya tevna civakî li Amedê Kolana Camî ya Semta Ofîsê kom bûn, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û meşek li dar xistin.
Xwendekaran bi pankartên "Ozgecan Aslan bê mirin e"," Jin jiyan azadî", "Destên dirêjî namûsê bibin wê bişkînin" û " Ji hişmendiya tecawizê re na, heya tecawûz biqede em ê têkoşîna xwe dewam bikin" û dirûşmên, “Komara T.C.awiz”, “Jin jiyan azadî”, "Ozgecan bê mirine", "Jin jiyan azadî", "Mêr dikuje dewlet diparêze" hatin gootin.
Li ser navê xwendekaran daxuyanî ji aliyê Leyla Esman ve hat xwendin, Esman diyar kir ku di kesayeta Ozgecan Aslan de ew li dijî hemû komkujiyan hatine cem hev û wiha got: "Ozgecan ne jina yekem e ku hatiye qetilkirin. Lê ji bo ku ev qetilkirin bibe komkujiya dawî em ê her dem li qadan li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin."
Esman da zanîn ku li Tirkiyeyê di nava mehekê de 26 jin hatine qetilkirin, 7 jin jî rastî tecawizê hatine, 24 jin jî bi zorê fihûşê hatine kirin, 36 jin jî hatine birîndarkirin û 13 jin jî rastî tacîzê hatin."