‘Çanda tecawizê ya Ozgecan qetil kir bavê faşîzmê ye’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk, qetilkirina Ozgecan Aslan a li Tarsûsê nirxand û got, “Ev êrîş êrîşeke faşîst e. Faşîzm ji xwe îdeolojiya herî bilind a mêrantiya serdest e.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk, qetilkirina Ozgecan Aslan a li Tarsûsê nirxand û got, “Ev êrîş êrîşeke faşîst e. Faşîzm ji xwe îdeolojiya herî bilind a mêrantiya serdest e.”

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Zilar Stêrk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di navbera îdeolojiya bi serdestiya mêr a Ozgecan Aslan qetil kir û êrîşên faşîst ên DAIŞ a hov de, ti cudahî nîne.

Endama Koordînasyona PJAK’ê Stêrk da xuyakirin ku êrîşa li hemberî Ozgecan Aslan êrîşeke faşîst e û diyar kir, ku faşîzm jî ji xwe îdeolojiya herî bilind a mêrantiya serdest e. Stêrk ragihand ku îdeolojiya serdestiya mêr, îdeolojiya herî bi bandor a bi hezaran salan li gelemperiya cîhanê serdest bûye û belav bûye. Stêrk got, “Mixabin êdî mayînde bûye. Xwe bi şêweyê desthilatdarî û dewleta yekperest, navendîperest, antî demokratîk kiriye sîstem. Hemû avantajên desthilatdariya dewletê bikar aniye, xwe berdaye nava hemû rehên civakî û xwe kiriye çandek.”

Stêrk da zanîn ku heta çanda tecawizê ya ku xwe ji faşîzm xwedî dike neyê ziwakirin, şoreşeke çandî ya civakî neyê jiyîn, ev zîhniyetên faşîst û tecawizên rojane bi dawî nabin û got, “Lewma di navbea vê hovîtiya di kesayetiya Ozgecanan de li hemberî jinan hatiye kirin û êrîşên faşîst ên DAIŞ a hov de, ti cudahî nine. Çavkaniya ku hovîtiya DAIŞ’ê afirandiye jî, versiyoneke cuda ya vê pêkanîn û zîhniyetê ye. Heman çavkanî ye. Jê xerabtir e. Ji ber ku yek encama ya din e.”

‘REWŞA HERÎ FAŞÎST A MÊRÊ TEWŞ E’

Endama Koordînasyona PJAK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku pêşniyarên çareseriyê yên gel, raya giştî ya demokratîk, bi taybetî jî jin li kolanan bi dengekî bilind tînin ziman girîng û watedar in û got, “Ev êrîşa li hemberî Ozgecan rewşa herî faşîst a mêrê tewşik e. Girînge ev mêrantiya faşîst bê kuştin.”

‘SÎSTEMA PERWERDEYÊ ZAYENDÎPARÊZ E’

Stêrk bal kişand ser rola zayendîparêziya sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê û li gel dayîna cezayê têrker, ji bo namzetên nû yên sûcdar neyên afirandin, pêwîste dawî li hîndekariya bi mejiyê mêr a li dibistanan were anîn. Stêrk got, “Wezareta Perwerdeyê ya dewletê jî zarok, ciwan bi mejiyê ku Serokkomar lê mukur hat, jehrî dike.”

Stêrk destnîşan kir ku ev sîstema perwerdeyê mêr weke xwedî, jinê jî weke ya lê bibe xwedî, hînî nifşên nû dike û diyar kir ku dive naveroka vê sîstema perwerdeyê tavilê were guhertin.

RÊXISTINBÛYÎNÊ PARASTINA CEWHERÎ

Endama Koordînasyona PAJK’ê Zilar Stêrk da xuyakirin ku parastina cewherî ji bo jinan gelekî girîng e û anî ziman ku li hemberî çanda mêtînger a roja îro, civaka sivîl bê parastin e, lê jin bêhtir bê parastin e. Stêrk da zanîn ku ne ji aliyê madî ne jî ji aliyê manewî ve çeka jinê nîne, lê belê berê hemû çekan jî li jinê ye.

Stêrk got, “Dema jin bibe mijara gotinê, hemû rewşên civakî jê dice û li naverastê bi tenê bedenek dimîne” û destnîşan kir, ku divê jin karibe ji aliyê bedenî vex we biparêze, ewlekariya xwe bike.