Çîçek: Em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin

Platforma Demokrasiyê ya Li Dijî Qeyûman, li Parka Aşik Veysel a navçeya Sultangaziyê bi armanca şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê civîna gel li dar xist.

‘KURDAN NEÇARÎ MIRIN, ZINDAN Û SIRGUNÊ DIKIN

Endamê Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Cengîz Çîçek di civînê de axivî û diyar kir ku Komara Tirkiyeyê ev sed sal in di yekperstî û kiryarên ne-demokratîk de israr dike. Çîçek wiha axivî: “Ev cudakarî û yekperestiya ku îro desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser israr dike, encama pergala netewdewlet a sed salî ye. DEM Partî ne tenê ji bo gelê Kurd doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd parast. Wê got ku hemû gel û bawerî hêmanên bingehîn ên ser vê axê ne. Lê ev sed sal in Komar li ser me Tirkîtî, olperestî, zayendparêziyê disepîne. Ma gelo gelê Kurd ev 50 sal têkoşîna çi dide? Ma ew tenê ji bo azadiya xwe têdikoşe? “Îro bi milyonan Kurd tenê ji bo ku bikarin bi zimanê xwe bijîn, yan hatine kuştin, yan jiyana xwe ji dest dane, yan li sirgunê yan jî di zindanan de ne."

MEŞA KOLNÊ

Çîçek bal kişand ser meşa Kolnê ya li Elmanyayê û got: "Îro bi sed hezaran Kurdistanî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li Kolnê dimeşin" û destnîşan kir ku têkoşîn li hemû qadan dewam dike. 

Çîçek anî ziman ku polîtîkaya desteserkirinê ya qeyûman ne tenê ketina avahiya şaredariyê ye û got: "Qeyûm tê maneya diziya nanê me, tê wateya jinên hatine serjêkirin, dizî ye, darbe ye, israra yekdestiya salî ye."

'EM Ê JIYANA AZAD AVA BIKIN'

Çîçek 87’emîn salvegera qetilkirina Seyîd Riza bi bîr xist û got: “Duhî 87emîn salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî bû. Pîr Seyîd Riza berî ku bê darvekirin ji wan re got 'Min nikarî dek û dolabên we têk bibim; ev ji bo min bû derd, lê min jî li ber we çok netewand; bila ev ji we re bibe derd. Lê em êdî dikarin dek û dolabên we jî pûç bikin.

DERBE LI VÎNA GEL KIRIN'

Rêvebera Rêxistina Navçeya Sultangaziyê ya DEM Partiyê Filiz Ok axivî û diyar kir ku ew ê li hember kiryarên neheq û derhiqûqî xwedî li vîna gel derkevin. Filîz Ok wiha dewam kir: “Ji ber ku li çar aliyê Tirkiyeyê li dijî qeyûman nerazîbûnek rû nade, îro qeyûm avêtin ser Şaredariya Esenyurta CHP'ê ya ku bi lihevkirina bajarî hatibû bidestxistin. Û îhtîmaleke mezin di rêzê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û endamên meclisa wê hene. Aqilê ku qeyûm tayînî Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê dike, bi aqilê ku li Deşta Uzungolê qirêj dikin û li ser çemên li Behra Reş HES Û RES'AN ava dike heman aqil e. Desthilata ku li Bûrsayê êrîşî hilberîneran dike û hişmendiya ku zimanê gel qedexe dike yek e. Hişmendiya ku dayika 5 zarokan neçar dihêle ku ji çopan jêmayan kom bike û ya ku bû sebebê ketina sobeyê û bü sedema mirina 5 zarokan heman hişmendî ye. Hişmendiya ku bi milyonan kedkaran neçarî birçîbûnê dike, heman hişmendî ye ku daxwazên gekê Kurd ên azadî û wekheviyê tepeser dike"

Em wek Hêzên Demokrasiyê yên li Dijî Qeyûman, em ê li dijî kesên ku bi rêya qeyûman derbeyê li vîna gel dixin, dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Qeyûm derbeya li vîna gel e! Em ê li dijî vê derbeyê li her derê hevgirtin û têkoşîna xwe mezin bikin.