Şervana YPJ’ê Kalkan ji aliyê jinan ve hat definkirin

Şervana YPJ’ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Artemêtanê ya Wanê hate definkirin. Bi ser gora Kalkan re axa ji Kobanê anîn hate belavkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav  Dara) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Suphan a navçeya Artemêtanê ya Wanê ji aliyê hezaran kesan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Di ketina taxa de cenazeyê Kalkan ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û ber bi Goristana Koyîçî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Kalkan, alên PKK, KCK û YDG-H'ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Ey şehîd xwina te li erdê namine” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Kalkan li Goristana Koyîçî bi axa ji Kobanê anîn re hate definkirin.

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hatin û piştre Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Bajar Hamiyet Şahîn axivî û diyar kir ku Kalkan jî weke Sîbel, Arîn û Kaderê bi lehengî şehîd ket. 

Bavê Kalkan Alî Kalkan jî got ku keça wê "Bûka Kobanê" ye û ji keça xwe re dehwetekî layîqê wê kir. Piştî axaftinan cenaze ji goristanê veqetiya û derbasî konê sersaxiyê yê li Taxa Suphanê hatî vekirin.