DBP’ê banga çalakiyên şermezarkirinê li jinan kir

Meclîsa Jinan a DBP’ê, têkildarî êrîşa li Meclîsê ya li hember wekîlên jin ên HDP’yî daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang li jinan kir ku tevlî meşên şermezarkirinê bibin.

Meclîsa Jinan a DBP’ê, têkildarî êrîşa li Meclîsê ya li hember wekîlên jin ên HDP’yî daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang li jinan kir ku tevlî meşên şermezarkirinê bibin.

Meclîsa Jinan a DBP’ê got, "Zîhniyeta bi serweriya zilam a bi rewşa herî berbiçav bi rêxistina terorê ya DAIŞ’ê careke din pêş ketiye, em bandorên wê li her qadan dibînin. Li aliyekî di nav welêt de bûyerên tacîz, tecawizê zêde dibin, li aliyê din zîhniyeta nêrza ya bi vê têr nabe jinan jî tine dike.” Hat diyarkirin ku tevayî komkujî, tacîz û tecawizên li hember jinan bi polîtîkayên dewletê ve eleqedar in.

Meclîsa Jinan a DBP’ê têkildarî êrîşa li Meclîsê ya li hember parlamenterên jin ên HDP'yî got, "Zîhniyeta li Meclîsê li hember jinan şidetê bi kar tîne, gotina ku dikin a ‘Em ê li pey qatilên Ozgecan bin’ ne rast e.”

JI BA MEŞAN BANGAWAZÎ

Meclîsa jinan a DBP’ê got, "Wek jin mîna heta îro ji niha û pê ve jî, çi li hember desthilatdariyê çi li hember bandora wê ya li kolanan be em ê li dijî zîhniyeta nêrza têbikoşin.” Di daxuyaniyê de ji bo şermezarkirina êrîşê bang li jinan hat kirin ku tevlî meşên bên lidarxistin bibin.