Yuksekdag: Tevayî berxwedanên jinan rewa ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag, diyar kir ku polîtîkayên dewletê ji qetlîamên jinan berpirs in û got, "Îsyan heq e û wê jin hê zêdetir îsyan bikin. Tevayî berxwedanên jinan rewa ne. Îsyan li Meclîsê û kolanê jî rewa ye.”

‘EM Ê LI REX KARKERAN BIN'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, beşdarî greva karkerên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ji kar hatine avêtin û çalakiya di şexsê Ozgecan Aslan de ya li hember komkujiyên ki dijî jinan pêk tên bû.

Yuksekdag diyar kir ku wê li hember taşerontiyê têkoşîna xwe bidomînin, li hember kesên li dijî karkeran di nav helwestên zalim de ne wek HDP wê li rex karkeran bin.

'DIVÊ DESTPÊKÊ HIKÛMET ZÎHNIYETA XWE BIGUHERÎNE'

Yuksekdag tevlî çalakiya şermezarkirina şidet û komkujiya li hember jinê ya li Parka Azad a Zarokan bû, diyar kir ku komkujiyên li hember jinan ji polîtîkayên hikûmetê çavkaniya xwe digire û got ku divê destpêkê hikûmet zîhniyeta xwe biguherîne.

Yuksekdag axaftina xwe wiha domand, "Îsyan heq e û wê jin hê zêdetir îsyan bikin. Tevayî berxwedanên jinan rewa ne. Îsyan li Meclîsê û kolanê jî rewa ye.”