Kişanak: Em ê dawî li saltanata AKP’ê bînin

Kongreya Jinên Azad (KJA) li Amedê daxuyaniyek da û êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên jin ên HDP’î şermezar kir.

Kongreya Jinên Azad (KJA) li Amedê daxuyaniyek da û êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên jin ên HDP’î şermezar kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak got ku ew dizanin destê ku li jinê rabûye deynin xwarê.

KJA’yê der barê derbkirina Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Bulgan û hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel a di hevdîtinên ‘Pakêta Ewlehiya Hundir ’ de ya li Meclîsê dihat nîqaşkirin de rastî êrîşa parlamenterên AKP’ê hatin daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya KCD’ê hat dayîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan, saziyên jinan yên bajar, dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn.

Pankarta ‘Şideta li hember jinê îdeolojîk e, parastina xweser rewa ye’ hat vekirin û daxuyanî aliyê civaknasa Mala Jinan a Kardelenê Gulîstan Zengîn ve hat dayîn.  Zengîn got ku piştî êrîşa li dijî parlamenterên HDP’ê pêk hatiye û parlamenterên AKP’ê li pişt êrîşê sekînîne, hêrsa wan zêdetir kiriye.

AKP LI DIJÎ JINAN BÊ TEHEMULE

Zengîn got ku parlamenterên mêr ên AKP’ê bi êrîşa li dijî Buldan û Tuncel sînor nemane û got: “Bi taybet li ser nasnameya jinê ya hevalên me sekinîne. Ev jî bêtehemuliya ya wan li dijî jinê nîşan dide. Ev nêzîkatî demên cuntayê tîne bîra mirovan.

Em li dij Pakêta Ewlehiya Hundir in. Sedema derxistina pakêtê ya ev e ku her dengê li dijî pêkanînên dij-demokratîk derdikevin biçewisînin! Li dijî Elewiyên ku dersên olî naxwazine! Li dijî  xwendekarên ku perwerdeya bê pere dixwaze ne. Li dijî karkeran e! Li dijî jinan e! Li dijî kesên çareseriya pirsgiarêka Kurd dixwazin e.”

EM DIZANIN DESTÊ LI JINÊ RABÛYE DEYNIN

Zengîn wiha got: “Em bang li AKP’ê dikin. Parlamenterên HDP’ê îradeya me ne.  Ev îradeya gel û mafan e. Ev îrade îradeya demokrasî û demokratîkbûnê ye.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî piştî Zengîn axivî û êrîşa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên jin yên HDP’ê şermezar kir û got ku wê AKP ji ber van êrîşan hemû jinan li hemberî xwe bibîne. Kişanak da zanîn ku parlamenterên AKP nekarin destê xwe li parlamenterên jin yên HDP’ê rakin û ew dizanin wî destî deynin xwarê. Kişanak diyar kir ku divê AKP dest ji nêzîkatiyên xwe yên li hemberî jinê berde û anî ziman ku wê dawî li saltanata AKP’ê bînin.