Komkujiya jinê li Mêrdînê bi meşekê hat protestokirin

Di kesayetiya Ozgecan Aslan de li dijî tevahiya komkujiyên tên serê jinê, li Mêrdînê bi pêşengiya jinê bi sedan kes ji du baskan ve meşiyan.

Di kesayetiya Ozgecan Aslan de li dijî tevahiya komkujiyên tên serê jinê, li Mêrdînê bi pêşengiya jinê bi sedan kes ji du baskan ve meşiyan. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Erol diya rkir ku ew ê hesabê komkujiyan bipirsin. Hevşaredarê Bajare Mezin ê Mêrdînê Turk ê destek da meşê xwest, bi qanûnên demokratîk re pêşî li komkujiyên tên serê jinê, bê girtin.

'MÊR LÊ DIDE, DEWLET MÊR DIPARÊZE'

Li Mêrdînê bi sedan kes li dijî qetilkirina jinan meşiyan. Meşa ji du baskan ji ber Şaredariyên Bajarê Mezin û Artûklû û avahiya HDP'ê ya Mêrdînê destpê kir. Di meşê de pankarta ji wêneyên Ozgecan Aslan a bi nivîsa "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" û "Jin jiyan e, jiyanê nekuje" hat hilgirtin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol, Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay û Ahmet Turk, Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan, hemû xebatkarên şaredariyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meclîsên Jinan tevlî meşê bûn. Xebatkarên şaredariyê di meşê de kincên reş li xwe kirin û qurdeleyên mor ku rengê jinê temsîl dike, bi milê xwe ve kirin. Di meşa heta Parka Karayollari de bi dirûşmeyan qirkirina jinê hat şermezarkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku di kesayetiya Ozgecan Aslan de ew li dijî hemû komkujiyên li jinê tên kirin kom bûne û got, "Jin jiyan bi xwe ye, esasê civakê ye. Bila destên dirêjî esasê civakê dibin, bişkên. Wekîlên jin duh li Meclîsê rastî şîdetê hatin. Em ê her tim li dijî şîdeta mêr bisekinin."

'EM Ê HESAP BIPIRSIN'

Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku di şexsê Ozgecan Aslan de tevahiya jinên cîhanê rastî qirkirinê hatine. Erol got, "AKP ya ku her roj bi êrîşên nû bi ser maf û hebûna jinê ve diçe, ew mêr afirand. Li nava civakên pirsgirêka jinê çareser nekirine, ne demokrasî, ne aramiya civakî ne jî huner û zanistî bi pêş dikeve. Bi hevkarî Ozgecan kuştin. Em dixwazin di bûyerên tecawiz û destavêtinê de cezayên welê werin dayîn ku nema sûcekî wiha bê kirin. Em ê Ozgecan Aslan û jinên din ên hatin qetilkirin nedin jibîrkirin û em ê hesabê van bipirsin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî bal kişand ser lînç a parlamenterên jin ên HDP'yî li parlamentê lê rast tên û got, "Em êrîşa li hemberî van hevalên xwe bi tundî şermezar dikin. Em vê êrîşê weke êrîşeke ku mejiyê dewletê radixe pêş çavan dibînin. Ji bo ev mejî ji Tirkiyeyê bê avêtin, girînge ji niha û pê ve jî piştevaniya hevalên jin bê kirin. Eger em çarenûsa xwe neguherînin, eger em xwedî li maf û hiqûqa xwe dernekevin, mixabin weke civak, weke jin, weke Kurd, weke mirovên bindest em ê ti carî ji zextê rizgar nebin. Em dixwazin hestiyariya ji bo Ozgecan Aslan hat nîşandan, li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Li gel jinan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji malbata Ozgecan Aslan re sersaxiyê dixwazim. Vê komkujiyê vê kuştina hovane bi tundî şermezar dikim."