Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan êrîşa li dijî wekîlên HDP'ê şermezar kir
Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan, bi daxuyaniyekê êrîşa parlamenterên AKP'ê ya li dijî parlamenterên HDP'ê şermezar kir.
Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan, bi daxuyaniyekê êrîşa parlamenterên AKP'ê ya li dijî parlamenterên HDP'ê şermezar kir.
Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li Meclîsa Tirkiyeyê ya li hemberî parlamenterên HDP'ê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşa li hemberî parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sebahat Tûncel bi ti awayî nayê qebûlkirin û hikûmeta AKP'ê ji ber vê êrîşê şermezar kir.
Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku zîhniyeta ku li Mersînê xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan bi hovane qetil kir, cesaretê ji wekîlên AKP'ê digire û destnîşan kir ku ev zîhniyet kuştina jinê teşwîq dike.
Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan bang li hemû jinan hat kirin ku li hemberî vê zîhniyeta jinkujiyê, li hemberî zîhniyeta DAIŞ'ê têkoşîna bi rûmet bilind bikin.