Şervana YPJ’ê Silav wê li Wanê bispêrin axê

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) a ku di operasyona paqijkirina gundên Kobanê de li gundê Girikê, 16'ê Sibatê jiyana xwe ji dest da anîn Amedê

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) a ku di operasyona paqijkirina gundên Kobanê de li gundê Girikê, 16'ê Sibatê jiyana xwe ji dest da anîn Amedê. Bavê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan diyar kir ku keça xwe anîne Amedê bixemilînin û li Wanê jî bikin bûk.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Dara) a ku di operasyona paqijkirina gundên Kobanê de li gundê Girikê di 16'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û nûnerên MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînorê yê Murşîtpinarê ji rayedarên Kobanê ve hate wergirtin. Cenazeyê Kalkan ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Piştî karûbarên otopsiyê Cenazeyê şervana YPJ'ê li Ava Petrolê ya di ketina Amedê de ji aliyê reveberên DBP/HDP'ê, Dayikan Aştî , MEYA-DER û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Li ber mizgeftê girseyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedan Kobanê", "Şehîd namirin" , "Bijî YPG/YPJ" û "Ey şehîd xwîna te erdê namîne" hatin gotin.

Bavê şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan diyar kir ku keça wî bûke û wiha got: " Keça min keça Kurdistanê yê. Me keça xwe anî Amedê û me xemiland. Niha jî em ê bibin Wanê û dê bibe bûk. Çeka keça min li erdê nema. Keça min dinê jî çû. Şehîd namrin." 

Cenazeyê şervana YPJ'ê Kalkan sibehê wê li Taxa Suphan a Wanê li Goristana Koyîçî bê definkirin.