Wekîlên jin ên HDP’yî bertekek tund nîşanî Elîtaşê AKP’yî dan

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel nerazîbûnek tund nîşanî Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîtaş ê duh bi şev li Meclîsê êrîşî wan kiribû dan

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel nerazîbûnek tund nîşanî Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîtaş ê duh bi şev li Meclîsê êrîşî wan kiribû dan. Tuncel, got ku Elîtaş terora dewletê ya li kolanê anî Meclîsê, Buldan jî got, “We duh li vir em derb kirin. Vê zanibin, em ê nehêlin hûn vê paketê derbas bikin.”

Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel a li Meclîsê mafê axaftinê wergirt got, “Hikûmeta AKP’ê li kolanê, Meclîsê û li her cihî li hember gel şidetê pêk tîne. Duh Serokwekîlê Koma AKP’ê ev kursî dagir kir. Dema serokwekîla me ya birêz li vir diaxivî, em dahf dan û hewl da vir dagir bike. Wekîlên me derb kir, navê wê ev e."

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî gotina Elîtaş got, “We got, ‘Wekîlên jin xwe bi xwe derb kirin’, ev jî derew e. Duh êvarî li Meclîsê xwîn rijiya. Bi tevayî berpirsyar hûn in. Sedema wê hûn in! Ez aşkera bêjim, Em ê destûr bedin hûn vê qanûnê derxin.”