Qetilkirina Ozgecan Aslan piştî destavêtinê, li Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. Li bajarên Awûstûrya St. Polten û Viyana, li bajarên Fransa Lorient û Bordeaux û li bajarê Hollanda Den Haagê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
ST. POLTEN
Li bajarê Awûstûrya St. Poltenê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Ozgecan Aslan û şîdetan li hemberî jinê, Ciwanên Azad standa agahdarkirinê vekir. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin belavkirin. Endamên Ciwanên Azad bang li ciwanan kirin ku li dijî şîdetan li hemberî jinê têbikoşin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, Ciwanên Azad Viyana û YXK Wien, li kolana herî qelebalix a Viyanayê Mariahilferstrasse, raya giştî agahdar kirin.
LORIENT
Li bajarê Fransa Lorientê jî, ji bo Ozgecan Aslan û jinên rastî şîdetê hatin çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya bêdeng a ji aliyê Navenda Çanda Elewî ya Morbihan ve hat organîzekirin de, Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên sê siyasetmedarên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Bi dowîzên hatin hilgirtin re bal hat kişandin ser zêdebûna şîdeta li hemberî jinê di dema AKP'ê de û belavok hatin belavkirin. Ji bo Ozgecan û jinên li şîdetê rast hatin, find hatin pêxistin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku eger li N.Ç. a 12 salî ya rastî tecawiza 28 kesan hat xwedî lê bihata derketin, dengê qîrîna zarokên li girtîgehê rastî tecawizê hat bihata bihîstin, wê Ozgecan îro bi xwînxwarî nehatibûya qetilkirin. Çalakiya protestoyî ya di bin baranê de hat kirin, bi bêdengî bi dawî bû.
BORDEAUX
Li bajarê Fransa Bordeauxê jî bi banga însiyatîfa HDP'ê, bi beşdariya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Elewiyan ji bo Ozgecan li Place de la Victoire çalakiyek hat lidarxistin.
Piraniya wan jin bi qasî 200 kes beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo jinên ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Li ser navê HDP Bordeaux Hanîfe Çelebî mafê axaftinê girt û diyar kir ku cînayetên jinê qeder nîne û destnîşan kir ku mirin û tecawizên sîstema bi serdestiya mêr li hemberî jinan dike, wê bi yekîtî û têkoşîna jinê bi dawî bibe. Çelebî da xuyakirin ku HDP di vê rewşa kaosê de hêviyeke û anî ziman ku serketina li Kobanê şoreşa jinê ye, ev şoreş jî wê bi HDP'ê re bê Tirkiyeyê.
DEN HAAG
Li bajarê Hollanda Den Haagê jî Tevgera Jinên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û rêxistina Yenî Kadin, ji bo Ozgecan çalakiyek lidar xistin.
Çalakiya li ber Şaredariya Den Haagê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Nûnera HDP'ê Fusûn Erdogan, ji Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê Aliye Zengîn, ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Pêkhateyên Yenî Kadin, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat ragihandin ku sîstema nasnameya jinê tine dihesibîne êrîşî êrîşî jinê dike û her şêwe şîdetê jî rewa dibîne. Hat ragihandin ku şîdeta mêr hêza xwe ji dewletê digire û hat gotin ku di dema desthilatdariya AKP'ê de êrîşên li hemberî jinê zêde bûne. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Em hemû Ozgecan in" û "Destên dirêjî Ozgecan bûn bila bişkên" hatin qîrîn.