Li Lefkoşyayê meşa ji bo azadiya Rêber Apo

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Qibrisê Lefkoşyayê di qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Girseya ku li pêşiya Wezareta Karên Hundir a li paytext Lefkoşyayê li hev civiyan, dest bi meşê kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Qibrisê George Perdikes jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên Qibrisê, rêxistinên civaka sivîl, anarşîst û rêxistinên ciwanan ên li Qibrisê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de bi sedan danezan hatin belavkirin û meşvanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Dîktator Erdogan”, “Faşîst Tirkiye” berz kirin.

Çalakvanan li deriyê sînor ê di xaka Qibrisê de ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin meşê veguherandin mitîngê, li vir nûnerên Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Gel a Kurd, dosyaya têkildarî tecrîdê radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di çalakiyê de metna Ingilizî ya ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve hatibû amadekirin hate xwendin û piştî axaftina nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş bi dawî bû.