Jinan xwest Komkujiya Parîsê ronî bibe

Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê, ji bo sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, duh çalakiya edaletê pêk anîn.

Çalakiya Edaletê ya ji bo her sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, ji aliyê Meclîsa jinan a Amara ve pêk tê duh jî berdewam kir.

Çalakiya li bajarê Frankfurt a Elmanyayê li ber sefaretxaneya Fransayê ya li Bokunhaîme Warte destpê kir pankarta ‘Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin’ hat vekirin û wêneyên her sê şoreşgerên jin hatin hildan. Dirûşmên, "Leyla, Sakîne,

Fîdan dijîn" hatin gotin û her wiha Ozgecan Aslan a li Mersînê hat qetilkirin jî hat bîranîn. Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku,  divê li dijî hovîtiya li hember jinan pêk tê hemû jin bibin yek, li dijî qetilkirinan bêdeng nemînin.

Her wiha danezana ku bi Elmanî hatibû amadekirin jî hat xwedin û dawî li çalakiyê anîn.