Li Hannover û Kolnê protestoya Ozgecan
Li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, qetilkirina Ozgecan Aslan bi hovîtî, hat protestokirin.
Li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, qetilkirina Ozgecan Aslan bi hovîtî, hat protestokirin.
Li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, qetilkirina Ozgecan Aslan bi hovîtî, hat protestokirin.
HANNOVER
Çalakiya li bajarê Hannoverê, ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Ronahî, Yekîtiya Jinên Demokratîk a Tirkiyeyî û Tevgera Jinê ya Yenî ve hat organîzekirin. Di çalakiya ku zêdeyî 200 kes beşdar bûn de, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Ozgecan dowîz hatin hilgirtin.
Çalakgeran find pê xistin û kulîlk danîn erdê. Li ser navê amadekaran daxuyaniyeke hevpar hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di dema desthilatdariya AKP'ê de şîdet û kuştina jinê ji sedî 1400 zêde bûye û hat destnîşankirin ku sedema vê yekê jî bêbandor hiştina hiqûqê, rewakirina diziyê û parastina kujerên jinê ye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan li hemberî jinên komkujiyê şermezar dikin hêrs bûye û ji wan re gotiye 'li şûna daketina kolanan li mala xwe Fatîha bixwînin' û hat diyarkirin, ku eger di demeke nêz de behsa darbeya jinê bê kirin, divê mirov matmayî nemîne.
KOLN
Li bajarê Kolnê jî hejmareke zêde saziyên jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê û Meclîsa Jinê ya Nûcan a Bonnê duh êvarê ji bo Ozgecan Aslan hatin cem hev.
Çalakî li ber HBF a Kolnê pêk hat û nûnerên saziyan yek bi yek axivîn. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku ev asta hovîtiya li dijî jinê li Tirkiyeyê gihaştiyê, ji polîtîkayên AKP'ê cesaretê digire. Hat destnîşankirin ku divê li hemberî qirkirina jinê, têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Nûnera UTAMARA jî diyar kir ku qetilkirina Ozgecan Aslan bi awayekî hov, asta dawî ya mejiyê serdestiya mêr e. Hat destnîşankirin ku ev bûyer berhema zîhniyetê hevpar ê ku li Nîjeryayê zarokên keç ji aliyê Boko Haram ve ji dibistanê hatin revandin û ji endamên wê re kirin kole, zîhniyeta DAIŞ'ê ya jinên Êzidî, Tirkmen û Xiristiyan revand û li bazaran firot, zîhniyeta li Ukraynayê 285 jin revand û piştî tecawizê mirî hat dîtine. Hat ragihandin ku di vî mejî de jin weke mirov nayê dîtin û hat destnîşankirin ku li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar pêwîste.
Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmên bi Kurdî û Elmanî komkujiyên li jinan tên kirin hatin şermezarkirin.